Bahoza tozê ya li Şirnex û navçeyên wê

  • 12:52 24 Gulan 2022
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Bahoza tozê ya li Şirnex û navçeyên wê bandoreke neyînî li ser jiyana mirovan dike. 
 
Bahoza tozê ya ji Herêma Kurdistanê ya Federe û Iraqê tê li Şirnex û navçeyên wê bandoreke neyînî li ser jiyana mirovan dike. Ji ber bahoza tozê ya li Cizîr, Silopî, Qileban, Elk, Basanê mesafeya dîtinê daket 100 metreyî. 
  
Her wiha ji ber bahoza tozê ya li Cûdî û Çiyayê Gebarê navenda bajêr nayê dîtin û rengê hewayê jî veguherî rengê sore.