Bahoza Qilebanê bandoreke neyînî li ser jiyanê dike

  • 10:31 23 Gulan 2022
  • Ekolojî
ŞIRNEX / AMED - Bahoza tozê ya ji Herêma Kurdistanê ya Federe tê li Qilebanê bandoreke neyînî li ser jiyana mirovan dike. Her wiha li Amedê jî bagera tozê bandora xwe nîşan da. 
 
Bagera tozê serê sibehê ji Herêma Kurdistanê ya Federe û Iraqê hat Qilebanê û li navçeyê mesafeya dîtinê heta 100 metreyan ketiye. Li navçeya ku ji ber qûmê tarî bûye mirov zehmetiyê dibînin ku ji malên xwe derkevin. 
 
Pisporên tendirustiyê diyar dikin ku bi taybet kesên nerehetiyên wan ên kronîk hene divê di vê hewayê de dernekevin derve. 
 
Amed  
 
Di heman demê de li navçeyên Pasûr û Lice yên Amedê jî ji serê sibehê ve bagera tozê rabûye û bandoreke nebaş li ser jiyana welatiyan dike. Ji ber bagera tozê, bi taybet jî li navend û gundên Pasûr û Liceyê ewrên pir mezin ên ji tozê çêbûn. Ji ber ku hewayê bitoz, mesafeya dîtinê kêm bûye. 
 
Bandora bagerê berdewam e.