Di 2021’ê de bajarê ku hewaya wê herî qirêj: Îdir

  • 09:04 16 Gulan 2022
  • Ekolojî
ÎDIR - Ji aliyê IqAîr ve rapora Qirêjiya Hewayê ya Cîhanê ya 2021’ê hat weşandin û li gorî raporê Tirkiye di alî qirêjiya hewayê de bûye welatê 46’emîn û Îdir jî bajarê ku hewaya wê herî qirêj hat diyarkirin. 
 
Ji aliyê şîrketa teknolojiya kalîteya hewayê ya navenda wê li Swîsreyê ye IqAîr, Rapora Qirêjiya Hewayê ya Cîhanê ya 2021’ê di meha nîsanê de weşand û ev rapor 107 welat, 6 hezar û 475 bajarî diwîne. Enqere 54’emîn paytexta herî qirêj ya cîhanê hat nirxandin û Îdir jî bajarê herî qirêj  hat diyarkirin.
 
Sekretera Platforma Hawirdorê ya herêma Anatolya Rojhilat (DOGÇEP) Arzu Dînçer  sedema qirêjiya hewayê ya li Îdîrê ji ajansa me re nirxand.
 
Arzuyê da zanîn ku Îdir ku her çar aliyê wê bi çiyayên bilind dorpêçe, tevî evhewaya bejayî, xwedî taybetiya mîkroklimaye û wiha vegot: “Bajar bi avhewaya xwe ya germ û axa xwe ya dewlemend dişibe Çukurovayê. Piştî bendava li ser çemê Aras hat çêkirin pirsgirê hatin jiyîn. Îdir bi rakima xwe ya 800 metreyî li gorî herêmê di çalê de dimîne û di salên dawî de bajarê herî qirêj yê welat tê dîtin.”
 
‘Xetereya santrala nukleerê’
 
Arzuyê destnîşan kir ku nêzîkbûna bajar a nuklerê jî rê li ber xetereya mezin vedike û wiha pê de çû: “Santrala nuklerê ya Metsamor ku rê li ber qirêjiya hewayê û radyasyonê vedike 30 km durî Îdirê ye. Santrala girêdayê Emenîstaniyê ye divê bê girtin û bi  salane ev tê nîqaşkirin. Tevî vê biryar hat girtin ku heta 2026’an faliyetê bimeşîne. Ya herî xerab jî ev herêm li herêma erdhêjê cih digire. Gelek hawirdorparêzan bertek nîşanê vê dan. Ligel vê li bajar nexweşiyên wek pençeşêr, koah û astimê zêde tên dîtin.”
 
‘Qirêjiya hewayê naguhere’
 
Arzuyê bi lêv kir ku welatiyên Îdirê ku bi salan komir û êzêng şewitandine di 2017’an de derbasî gaza xwezayî bûne û ev tişt bi lêv kir: “Bikaranîna gazê jî di asta qirêjiya hewayê de tiştek neguhert. Sedema vê qirêjiyê komira ji aliyê saziya alîkariya civakî ve tê belavkirinê ye. Ji ber mehên zivistanê tûnd derbas dibe pirsgirêka germbûnê tê jiyîn. Tevî derfetên enerjiya paqij heye sotemeniyên fosîl tên şewitandin. Bi taybet mehên zivistanê de zarok û kal û pîr di alî bîhndanê de pirsgirêkan dijîn. Sedema pirsgirêka li bajar madeyên partîkul in. Ev madeyên ji bo tenduristiya mirovan bi xeterin li gorî meznahiya wan PM 10 an jî PM 2,5 tên venasîn. Îdir di alî sanayiyê de pêş neketiye. Di heman demê de nifûs jî ne zêde ye. Lê tevî vê qirêjiya madeya partîkul zêde ye.  Sedema vê jî hinek ji ber cihên Îdirê ye.  Bi taybet di mehên havîn û zivistanê de ji aliyê cuda de ba digire. Bi bandora bayê ji rojava tê hewaya qirêj li çiyayê Agirî dikeve. Yanî Çiyayê Agirî dibe enî. Di encama vê de li şûna hewaya qirêj belav bibe wek betaniyekê serê bajar dipêçe.”
 
‘Em ji nû enerjiya paqij dixebitin’
 
Arzuyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo ev sotemeniyên dibin sedema qirêjiyê bên kêmkirin li ser hilberîna nerjiya alternatîf dixebitin û got santralên nuklerê avê, axê û hewayê qirêj dikin.