Ava kanalîzasyonê 6 taxan jehrî dike

  • 09:03 19 Nîsan 2022
  • Ekolojî
COLEMÊRG - Welatiyên li taxa Bulak dijîn diyar kirin ku ava kanalîzasyona ku havînê dihertike çem, taxa wan jehrî dike û bang li rayedaran kirin.
 
Ava kanalîzasyona ku diherike Çemê Serînk yê ku di nava 6 taxên Colemêrgê re derbas dibe û gelaşa ku di çem de dibe sedema qirêjî û bîhnek nebaş. Gelaş ku davêjin çem rê li ber bîhnek xerab vedike û ji ber bê eleqebûna rayedaran, şêniyên taxê bi derfetên xwe gelaşa di çem de paqij dikin.  Welatiyên li taxan dijîn diyar kirin ku ji ber bîhna nebaş a ji çem tê havînê nikarin paceyên xwe vekin, nikarin li derve runin.
 
Şêniyên taxê destnîşan kirin ku bi salane di mehên havînê de ji ber ava kanalîzasyon û gelaşê di çem de, ava çem reş diherike û bîhneke ku mirovan bêzar dike heye.
 
Jina bi navê Nergîs Taş bi lêv kir ku zivistanê zêde bîhn tune ye lê bi helîna berfê re bîhna wê gelek xera dibe û wiha dirêjî dayê: “Havînê bi kêmbûna avê re û gelaşa di çem de bîhn li her derê belav dibe. Ji ber ser çem ne girtiye her kes gelaşa xwe davêje çem. Ev bi salane rewşa vî çemî wisa ye. Çend caran ji bo çareseriyekê me daxwazname dan lê bersiv nedan daxwaznameyan. Ava kanalîzasyonê diherike çem û pir caran dema kanalîzasyon diteqin av dikeve hundirê malan.”
 
‘Em bêzar bûne’
 
Nergîsê di berdewamiyê de bi lêv kir ku du zarokên wê hene û yek jê nexweşe û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Zarokê min ê nexweş divê havînê her tim derkeve ber tavê. Divê hewaya paqij bigire û vîtamînan bigire. Lê ji ber vê bîhnê em nikarin derxin derve. Hemû zarok enfeksyonê digirin. Her meh zarokê min pê re enfeksiyaon dertê. Em vê rewşê qebûl nakin. Divê demildest ev bê çareserkirin.”
 
‘Em nikarin li dijî vê bîhnê berxwe bidin’
 
Jina bi navê Edîbe Şeftalî jî bertek nîşanê rewşê da û diyar kir ku bi helîna berfê re ava çem zêde dibe, zêdebûna avê ji bo zarokan dibe xetere û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber dora çem ne girtiye zarok dikarin bikevin çem. Kanalîzasyona gelek taxan ji çem derbas dibe. Em hemû nerehet dibin ji vê rewşê. He rtiştî davêjin çem. Sewalên mirî davêjin çem. Em nikarin ji ber vê bîhnê berxwe bidin. êdî bes e. Bila çareseriyekê bibînin.”