Hejmara qurbaniyên bahoza Megî ya li Fîlîpînê gihîşt 58 kesî

  • 14:52 13 Nîsan 2022
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara mirovên ku ji ber bahoza Megî ya li Fîlîpînê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 58 kesî. Tê gotin, dibe ku bîlanço girantir bibe.
 
Ji ber bahoza Megî li gelek herêman hezazê û lehiyê rû da. Li gorî bîlançoya fermî hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 58 kesî. Hate ragihandin ku piraniya qurbaniyan li bajarê Baybay ê eyaleta Leyteyê jiyana xwe ji dest dan. Gelek gund jî di nava heriyê de man.
 
Karên lêgerîn û rizgarkirinê ku nîvê şevê rawestiyan serê sibê ji nû ve dest pê kirin. Li gorî rayedarên xwecihî li gundê Pîlarê gelek mal ji ber hezazê ketin nava deryayê. L