HDP'ê serdana jinên li dijî şîrketa madenê têkoşînê didin kir

  • 16:10 10 Nîsan 2022
  • Ekolojî
 
SEMSÛR - Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê serdana jinên li Semsûrê ku li dijî şîrketa madenê têkoşînê didin kir û piştevaniya jinan kirin. 
 
Şîrketa Madenê ya bi navê MEDOS dixwaze li gundê Malê Berdih ê bi ser bajaroka Komira Semsûrê ve kana mermeran û rêya şantiyê çêbike. Xelkê gund naxwazin kana mermer û rê were çêkirin û li dijî vê 5 roj in li ber xwe didin. Xelkê gund dikevin pêşiya makîneyên kar û nahêlin xebat were kirin. Endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Semsûrê serdana jinên li dijî şîrketa madenê li ber xwe didin, kirin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere û Dayikên Aştiyê û endamên Meclisa Jinan a HDP’a Rihayê jî di nav heyetê de cihêxwe girtin. Heyet ji aliyê jinên li ber xwe didin ve bi çepikan hat pêşwazîkirin. 
 
Jinên li gund anîn ziman ku pêwîst bike ew ê ji bo axa xwe li her deverê kon vedin û li wir rakevin û gotin: “Em bimirin jî em ê nehêlin ku kana merker li axa me were çêkirin. Em destûrê nadin. Em naxwazin axa xwe biterikînin. Ev der çavkaniya jiyana me ye. Em dest ji vir bernadin.” 
 
'Bi pêşengiya jinan wê pergal were guhertin'
 
Parlamentera HDP’ê Ayşse Surucu jî anî ziman ku ev ax, av, dar û xweza ya xelkê vê herêmê ye û wê bi pêşengiya têkoşîna jinan ev pergal were guhertin û dê jin talanê rawestînin. 
 
‘Em destûrê nain’ 
 
Menekşe Kizildere jî anî ziman ku ew piştevaniya jinên li gund dikin û dê destûrê nedin vê talangeriya kapîtalîst. 
 
Heyet piştî serdanê ji gund veqetiya.