Ekolojîst Beyza Ustun: Dixwazin li ser erdnîgariya Kurdistanê serdest bin

  • 09:07 9 Nîsan 2022
  • Ekolojî
Derya Ren
 
AMED - Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun da zanîn ku bi zêdebûna krîza akolojîst re gelek tiştên ku tune dibin hene û ev tiştên tune dibin belkî jî hişê dîrokî ji holê radike û got: “Pergal dixwaze li ser erdnîgariya Kurdistanê serdest be û birêve bibe. Em tenê bi berxwedanê sînor nemînin. Em ê vê pergalê biguherin.”
 
Bi krîza ekolojîk re ya li hemû cîhan û Tirkiyeyê girantir dibe re bi mîlyonan zindî tune dibin, qirkirina li herêmê tê meşandin jî hişê gel tune dike. Li gorî hinek lêkolînan pergal ji bo ji krîzan derkevin talanên nû yên xwezayê dike.
 
Li herêmê jî bi hinceta ewlehiyê di operasyonên tên meşandin de şewat dertê holê û dema van operasyonan de bi sedan dar tên birîn. Tevî bertekên gel rayedar pêngavê navêjin. Parlamentera dema berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Her hilweşîn krîzên nû derdixe’
 
Beyzayê got li dijî hilweşînên ekolojîk canê hemû gelan dişewite û wiha daxuyand: “Ne tenê qada mirovan qada jiyana hemû zindiyan tê tunekirin. Dema mirov li dîroka kapîtalîzmê dinêrin hemû hebûnên xweza û çandê dikin bin kontrola sermayê û hewl didin wisa ji krîzê derkevin. Vê di asta navneteweyî de bi qanûnîbûnê dikin. Pêşkêşî qebûlkirina hemû netew dewletan dikin. Me mînakên vê yên şênber jî dît. Xebatên wek pêşvebirin, bazirganîkirina avê, zîrveya avhewayê ya kyotan,  zîrveya avhewayê ya li Kopenakê pêk hat û her wekê din. Pergal dibêje ‘me pêvajo xerab meşand em çawa bimeşînin’. Di her hilweşînê de xwe ji nûve hildiberînin. Bi krîzên nû berdewam dikin.”
 
‘Em qadên jiyanê diparêzin’
 
Beyzayê bi lêv kir ku texrîbata li hember ekolojiyê bê navber didome û bi zêdebûna krîzan re tunebûnên ku şûnde venagerin tên jiyîn û wiha bi lêv kir: “Ev canê me hemûyan dişewitîne. Jane Kovel, dibêje ‘ya kapîtalîzm ya jiyan’. Ya em ê bi vê tune bibin yan jî em ê jiyanê xilas bikin. Ji bo em jiyana xwe xilas bikin berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan. Divê em qada jiyana xwe biparêzin.”
 
‘Ked tê binpêkirin’
 
Beyzayê anî ziman ku pergal dema ku bixwaze polîtîkayan pêk bîne şer dike alav û jiyana gelan tune dike, bi zor ji cihê wan dikin, hişê wan tune dike, wiha nirxand: “Wek tişta li Heskîfê li Sûr û Kurdistanê kirin.  Gelên li wir dijiyan ji her tiştê wan qût dike. Di bin navê koçberiyê de keda wan tê tunekirin. Krîzê ekolojîk yên kapîtalîzm ferz dike hemû qadên jiyanê tune dike. Heskîf bi dînamîtan tune kirin. Ne pêkane ew hişê 12-13 hezar sal berê şûnde bê bicihkirin.  Em bi biryarin ku  hemû planên êrîşên pergalê hilweşînin.”
 
‘Em ê pergalê biguherin’
 
Beyzayê di dawiya axaftina xwe de wiha destnîşan kir: “Em bi biryarin ku têkoşînê li her derê bihûnin. Emê bi berxwedanê sînor nemînin. Em ê vê pergalê guherin.  Pergal li Kurdistanê dixwaze serdest be. Li gorî daxwazên xwe dixwaze bi rêve bibe. Pêvajoyê li gorî xwe dimeşîne. Vê li hemû gelan ferz dike. Em li Sûrê vê baş dibînin. Ji 2012’yan şûnde plan hatin kirin û  di 2015-2016’an de bi alavên şer her tişt hat tunekirin. Niha pergala li şûnê ava kirine jî xaniyên wek girtîgeh, kolanên fireh xaniyên burjuva yên ne li gorî çanda ne wî gelî hatine bicihkirin. Em krîzên siyasî dijîn. Em bi krîza kapîtalîzmê re ya siyasî jî dijîn.”