Kampanyaya ‘Bi şitlekê xwedî li jiyanê derkeve'

  • 09:05 6 Nîsan 2022
  • Ekolojî
AMED - Ekolojîk Derya Akyol ji bo ji bo kampanyaya "Bi şitlekê xwedî li jiyanê derkeve" wê seranserê Nîsanê bidome ya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, bang kir û got: “Em her derê daran biçînin. Em bi şitlekê xwedî li jiyanê derkevin.”
 
Li seranserê cîhanê ji ber texrîbatên ekolojîk ekosîstem xera dibe û têkoşîna parêzvanên mafê xwezayê jî ji aliyê desthilatdariyê ve tên krîmînalîzekirin. Di rojên borî de rêziknameya ku pêşiya faliyetên li qadên zeytûnan vedikin, bû qanûn û li dijî vê bertek didomin. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanya ‘Bi şitlekê xwedî li jiyanê derkeve’ dan destpêkirin û wê seranserê meha Nîsane bidome. Di çarçoveya kampanyayê de banga çandina daran hat kirin.
 
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di vê çarçoveyê de li ser hesabê twîtterê bi hashtaga#BirFidanlaYaşamaSahipÇık  kampanya da destpêkirin. Eklojîkst Derya Akyol der barê kampanyayê de agahî da.
 
‘Me xwest em pêşî li qirkirinê bigirin’
 
Deryayê diyar kir ku ji bo pêşî li krîza ekolojîk ya tê jiyîn bigirin kampanyayek wisa dane destpêkirin û wiha vegot: “Bi hatina AKP’ê re talana xwezayê girantir bû. Berê jî talanek mezin hebû. Lê bi AKP’ê re ev girantir bû. Pêşî lê nayê girtin. Mêr, daristan, qadên çandiniyêji sermayedaran re hat pêşkêşkirin. Li Îkîzdereyê ji bo Kana Keviran dar hatin birîn. Li aliyê din jî axa welatiyan ji şîrketên elektîrîkê re hat pêşkêşkirin. Ev talan hatin jiyîn û ligel vê daristan şewitîn. Ji ber em pêşî li vê qirkirinê bigirin me kampanyayek wisa da destpêkirin.”
 
‘Dixwazin çandê tune bikin’
 
Deryayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku havîn borî seranserê Tirkiyeyê şewatên daristanan hatine jiyîn û wiha  balkişand ser: “Van şewatan rê li ber zirarek mezin vekir û gelek cureyên zindiyan zirar dîtin. Di serî de li Dêrsîmê û piştre jî li Ege û Akdenîzê berdewam kir. Daristanan tenê di alî daran de nenirxînin. Di heman demê de cihên zindiyane mala zindiyane. Ekosîstemeke. Mehek berê darên zeytûnan ji kokê rakirin. Biryara hatiye dayîn çandê tune dike. Sala borî li Licê, Çewlîk, Elezîz, Şirnexê bi hinceta ewlehiyê daristan şewitandin.”
 
Dar pêşeroja me ne
 
Deryayê di dawiya axaftina xwe de got divê pêvajoyê de xwestine bi çandina darazan bibin çareserî û wiha bang kir: “Em di çarçoveya kampanyaya ku seranserê Nîsanê berdewam dike de dixwazin daristanên xwe bidin jiyîn. Di serî de deşta Mezopotamyayê,em bang li Tirkiyeyê jî dikin ku li her derê daran biçînin. Em bi darekê xwedî li jiyanê derkevin.”