Agirê bi daristana Çewligê ketiye belav dibe

  • 16:42 8 Cotmeh 2021
  • Ekolojî
ÇEWLIG - Di rojên borî de li Çewligê bi îdiaya "ewlehiyê" darên daristana Çewligê hatibûn birîn û ji ber sedemeke nehat diyarkirin agir bi daristanê ketibû. 
 
Li gundê Kanîreşê yê Çewligê agir bi daristanê ketibû û ev agira hîn nehatiye vemirandin her wiha belav dibe. Welatiyên li vê herêmê dijîn anîn ziman li dijî agir tu mudaxale nayê kirin.  
 
Tevî bertekên rêxistinên civaka sîvîl jî di 6'ê Cotmehê de biryara birîna daran hatibû dayin. 
 
Her wiha kesên bertek nîşanî birîna daran dabûn jî ji herêmê hatibûn dûrxistin.