Gola Wanê alarmê dide

  • 09:05 8 Cotmeh 2021
  • Ekolojî
 
WAN - Gola Wanê ji ber qeyrana avhewa, hişkesalî, bermahiyan, HES û bendavan ket rewşeke xetere. Cigira serokatiya ÇEV-DER’ê Arzu Dînçer der barê rewşê de axivî û got ev karaseteke û di rewşa tedbîrek neyên girtin de wê bi dehan cureyên endemîk tune bibin.
 
Ji ber hişkesaliyê li hinek herêmên Gola Wanê navbera yek û du kîlometreyî de av vekişiya û asta avê sê metre ket. Li gorî tespîtên Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) heta îro tu car evqas av venekişyabûye. Cigira Serokatiya Lİjneya Rêveberiya Komeleya Pêşxistin, Lêkolîn û Parastina Berhemên Dîrokî (ÇEV-DER) Arzu Dînçer  li dijî vê banga hestiyariyê kir.
 
Gol biçûk dibe
 
Arzuyê destnîşan kir ku ji ber bermahiyên malê av her diçe kêm dibe û wiha got: “Saniyeyê de 1800-lt, rojê 57 hezar metrekup bermahî û kanalîzasyon deşarjê golê dibe. Divê parzûnkirina biyolojîk ya pêşketî li golê tam kapasîte bixebite. Gola Wanê bermahî û kanalîzasyona 19 çemên mezin deşarj dike. Di serî de Kanûna Peravan a Hejmar 3621, hemû kesên qanûna datînin, hemû saziyên fermî dagir dikin û peravan tije dikin û dibin sedema kêmbûna avê. Ji ber hişkesalî, germahiya global, guherîna avhewayê, bendavan av dikişe. Li hewzaya Gola wanê germahiya zêde bûye gihiştiye asta alarmê. Nêzî 3 kîlometreyî vekişîn heye. Ev bi tena serê xwe karasete. Hemû golên li Qelqeliya Wanê ziwa bûn.e  Bendava Akgol, Degîrmîgol, Sihke, Zernekê ziwa dibin.”
 
Cureyên endemîk tune dibin
 
Arzuyê berdewamiya axaftina xwe de got texrîbatên HES diafirînin jî di asta dijwar de ye û wiha bi lêv kir: “HES’a li çemê Zîlan a Erdîşê tê çêkirin, texrîbatek mezin a ekolojîk dike û ev dibe sedema tunebûna bi dehan cureyên endemîk û sedan cureyên nebatan. Bendava li Koçgirî ya Erdîşê tê çêkirin jî  dibe sedema tunebûna tonan masî, xebatên lêgerîna zêr ya li çemê Zîlanê jî dibe sedema qirêjbûna avê. Ji ber krîza avhewayê ne tenê Gola Wanê, gol û bendavên dora wê jî ziwa dibin. Li gola Wanê neçîra kaçax jî pirsgirêkek cuda ye.”
 
‘Tedbîr nehat girtin’
 
Arzuyê di dawiya axaftinê de wiha got: “Ji ber avhewa û hişkesaliyê vekişîna avê ya cidî mijara gotinê ye. Masiyên încî kefalî ger ku wisa biçe wê tune bibin. Me wek ÇEV-DER bi dehan carî qanûnên parastinê pêşkêşî meclîsê kir lê tedbîr nehatin girtin. Em ê heta dawî ji bo Gola Wanê têbikoşin. Divê her kes di alî paqijiyê de xesas tevbigere. Divê mirov bibin xwedî hişmendî.”