Agir bi daristana Çiyayê Gabarê ket

  • 14:33 5 Cotmeh 2021
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Agir bi daristanên quntarê Çiyayê Gabarê ket û heta niha mudaxaleyî li şewatê nehatiye kirin. 
 
Li quntarê Çiyayê Gabarê yê dikeve aliyê navçeya Basa ya Şirnexê agir bi daristanê ket. Sedemê şewata li çoltera gundê Zêwê ku Qereqola Cendermeyan a Akdîzgîn lê ye derket, nehat zanîn. Hat diyarkirin ku tu mudaxile li şewatê nehatine kirin, şewat berdewam dike û belav dibe.