Jinên Şirnexî: Bi talankirina xwezayê re dixwazin me koçber bikin

  • 09:01 25 Îlon 2021
  • Ekolojî
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Jinên li bajarokê Gundikê Melî, bertek nîşanê talankirina xwezayê dan û diyar kirin ku xweza hebûna wan e û gotin: “Careke din dixwazin me ji ser axa me bidin koçberkirin, lê em dest ji axa xwe bernadin û bila destên xwe bikişînin ji ser axa me.”
 
Bi hatina havînê re bi operasyonên leşkerî ku tên kirin re gelek deverên Bakurê Kurdistanê bi taybetî jî li Dêrsim, Licê, Bedlîs, Colemêrg û Şirnexê daristan hatin şewitandin û xwezaya herêmê hat talankirin ku hîna jî ev şewat li gelek deveran berdewam dike. Li herêma Botanê, ji destpêka havînê vir ve li Çiyayê Cûdî, Gabar û Herêma Bestayê daristan tên şewitandin û dar tên birîn. Bi taybetî jî piştî polîtîqayên şerê taybet, di bin navê “ewlehiyê” de di bin çavderiya hêzên leşkerî de xwezaya Botanê tê şewitandin û talankirin. Her wiha ji aliyekê ve jî li herêma Besta û Çiyayê Cûdî bi destên cerdevanan dar tên birîn û nayê zanîn ku van daran dibin kuderê. 
 
Welatiyên bajarokê Gundikê Melî yê Şirnexê ku li hemberî Çiyayê Cûdî ye, bertek nîşanî şewitandin û talankirina xwezayê dan û gotin ew ê dev ji axa xwe bernadin.
 
‘Bila destên xwe ji xwezaya me vekişînin’
 
Taybet Sîdar(47), anî ziman ku xwezaya wan bi zanebûn ji aliyê leşker û cerdevanan ve tê şewitandin û got: “Daristanên me dişewitînin. Ji bo ku xwezaya kurdistanê tune bikin daran dibirin û santralan çêdikin. Bi vî awayî dixwazin cih û warê me tune bikin. Bi şewitandina daristanan re dixwazin hebûna me tune bikin û dixwazin berê me bidin koçberiyê. Ew daristanên me bişewitînin û talan bikin jî em dev ji ax û welatê xwe bernadin. Em li dijî zilm û zordariya dewletê serî natewînin. Dixwazin jiyanê li me qedexe bikin û naxwazin em xwe bi xwe rêxistina xwe bikin. Îqtîdar dixwaze ku em bibin koleyê wan. Ji ber vê yekê ye ku wan polîtîkayên taybet dimeşînin. Em dixwazin jiyana xwe bi destên xwe ava bikin. Ev jî bi daristanan dibe. Bila destên xwe ji xwezaya me vekişînin.  Em naxwazin li bajarên wan bijîn. Em bi tenê dixwazin li ser axa xwe bijîn. Ew ji ber ku ji hebûna kurdan aciz in êrîşî xwezaya me dikin, dişewitînin û talan dikin. Çi zirara daristanên me ji wan re heye? Ew çiqasî daristanên me bişewitînin û mirovên me bikûjin jî em dev ji vîn û baweriya xwe bernadin. Pîr û kalên me li ber dijmin serî netewandin û em jî natewînin. Dixwazin bi her awayî zerarê bidin kurdan.”
 
‘Çiyayên me zêrînin û wek bihiştê ne’
 
Taybet, bi lêv kir ku li ber çavên wan daristanên wan tên şewitandin û darên wan tên birîn û kezeba wan dişewite û wiha domand: “Bi talankirina daristanan re dixwazin berê me bidin bajarên metropolan. Dixwazin ax û welatê me li me qedexe bikin. Her roj daristanên me tên şewitandin. Cerdevan darên me dibirin.  Îsal darên me yên kizwan, berû, gîhûj, rewiyan hemû şewitandin. Çiyayên me ji bo me dîrok in. Çiyayên me cihê şêr û pilinga ne. Şehîdên me li ser vê axê xwîna xwe rijandin. Çiyayên me zêrîn û wek bihiştê ne. Dema mirov li Çiyayê Cûdî dinêre hêzê digire. Cûdî navekÎ dîrokî ye. Em naxwazin ku daristanên me bên şewitandin. Bila destên xwe ji xwezaya me paşve bikişînin. Bila hemû Gelê Kurd li dijî vê şewat û talankirinê bêdeng nebîne. Em xwedî vîna xwe derkevin. Em ê tu carî teslîmÎ wan nebin. Em doza ax û welatê xwe dikin.”
 
‘Destûrê nadin ku em biçin vemirînin'
 
Sabiha Ozek(57), destnîşan kir ku çiya ji bo wan gelek girîng e û wiha bertek nîşanê şewitandina daristanan da: “Darên me dibirin û daristanên me dişewitînin. Xwezaya me talan dikin. Ji me re xwezayê nahêlin. Darên me yên fêkî û zeviyên me yên zebze tên şewitandin. Em nikarin sewalên xwe bibin biçêrînin. Her darek miqabilê heşt bijîjkan e. Ji ber ku dar ji aliyê tendûristiyê ve gelek bandora wan heye. Ji ber vê yekê ye ku daristanên me dişewitînin.  Hûn çi ji ax û daristanên me dixwazin? Dema em diçin nav daristanê destûrê nadin. Dibêjin qedexe ye. Em nikarin biçin kizwanên xwe kom bikin. Em îro li  ser axa xwe bûne xerîb. Em nikarin li ser axa xwe bijîn. Daristan hebûn û tunebûna me ne. Ger ku daristan tune bin em nikarin sewalan jî xwedî bikin. Em debara xwe bi darên mêwe û daristanan dikin. Dixwazin me kurdan tune bikin. Lê belê em kurd tune nabin. Darên me yên fistiq, guhîj û kizwanan hemû şewitandin e. Leşker bi zanebûn daristanên me dişewîtin, dema li daristanên metropolan şewat dertê diçin vedimirînin. Hertim cudahiyê dikin navbera me. Destûrê nadin ku em gundî jî biçin şewata daristanên xwe vemirînin. Bila ji xwezaya me dûr bisekinin.”
 
‘Em ê tu carî dev ji gundê xwe bernadin’
 
Halîme Sîdar(75), jî diyar kir ku bi şewitandina daristanan kezeba wan jî dişewite û ev tişt got: “Dar û daristan ji me re nehîştin. Hemû şewitandin. Li Cûdî û Bestayê darên me ji aliyê cerdevanan ve tên birîn. Hemû darên me yên fêkî hatin birîn û şewitandin. Dixwazinn qada jiyanê li me teng bikin û berê me bidin koçberiyê. Vê şewatê bandorek mezin li me kir. Ji ber daristan ji me re nehîştin em nikarin sewalên xwe bibin biçêrînin. Ji ber daristanên me tên şewitandin li welatê me êdî baran û berf nabare. Darên me yên ku hene jî hemû zûha bûn û zirarê dibînin. Xwedîkirina sewalan gelek zehmet bûye, ger ku wiha berdewam bike em ê nikaribin sewalan jî xwedî bikin. Daristanên me bi destên dijmin bi zanebûn tên şewitandin. Çiyayên me ji bo me gelek girîngin. Em ê tu carî dev ji gundê xwe bernadin. Bi salane zilmek mezin li ax û welatê  û li me tê kirin. Lê me berê dest ji axa xwe berneda û em îro jî dest jê bernadin.”
 
‘Mînaka vê li tu derê tune ye’
 
Şaristan Ozek(38), bi lêv kir ku çiyayên Kurdistanê ji bo wan dîrok û hebûne û wiha pê de çû: “Em naxwazin daristanên me bişewîtinin. Bila dawî li vê zilmê bînin. Heta kengî ev zilm dê berdewam bike. Dewlet di her aliyî de zilmê li me dike. Heyfa daristanên me ku tên şewitandin û birîn. Em bi van daristanan debara xwe dikin û jiyana xwe dimeşînin. Em jî doza nasname û zimanê xwe dikin. Ji ber ku em kurdin vê zilmê li me dikin. Dar ji me re nehiştine. Hemû birîne û şewitandine. Di cihanê de mînaka vê li tu cihê tune ye. Şewata daristana bandora neyînî li me dike. Ji ber ku hemû darên wan hatin talankirin. Daristan jî wek mirovane. Jiyan û hebûna wan jî heye. Lê dijmin îro wan jî tune dike. Bila dev ji talankirina xwezayê berdin. Dilê me dişewite. Daristan wek zarokan e. Bila ev zilm bi dawî bibe.”
 
‘Dixwazin me koberî metrepolan bikin’
 
Meryem Sîdar(70) a ku şahidiya zilma salên 80 û 90’î kiriye jî got wê demê jî bi destên leşkeran li ser gundên wan de girtiye, malên wan talan kirine. Meryem, destnîşan kir ku îro heman polîtîqa bi awayek cûda tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di salaên 80 û 90’î de ji bo ku em bibin cerdevan zilmê li ser me dikirin. Wê demê îşkence li min û malbata min kirin. Min 3 şev û rojan îşkence dît. Ji ber ku me cerdevanî qebûl nekir xaniyên me hatin şewitandin û berên me dan bajaran. Îro jî heman polîtîqayê dimeşînin. Bi şewitandina daristanan dixwazin cih û warê kurdan tune bikin û berê wan bidin bajarên metropolên Tirkiyeyê. Em êdî jiyanek azad û aram dixwazin. Bila ji ser axa me û welat me biçin. Dibêjin dev ji axa xwe berdin. Lê belê em dev ji axa xwe bernadin. Daristanên me tên talankirin.  Naxwazin ku em kurd li ser axa xwe bijîn. Dixwazin berê me bidin bajarên metrepolên Tirkiyeyê.”