Şewata li daristana Çiyayê Gebarê didome

  • 12:23 23 Îlon 2021
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Şewata li daristana Çiyayê Gebarê didome. Hat diyarkirin tevgerahewayî ya li ser Çiyayê Gebarê jî heye.
 
Hefteyeke berê li Çiyayê Gebarê yê dikeve pêşberî navçeya Basayê ya Şirnexê operasyona leşkerî dest pê kiribû. Li heman herêmê agir jî bi daristanan ketibû. Şewata li herêmên Çiyayê Bizina, Êwana û Bênatê ku duh ber bi dora  gundê Derşêw ve belav bûbû hêj didome. Çavkaniyên li herêmê ragihandin ku li herêma şewatê liv û tevgera hewayî jî dest pê kiriye. 
 
Hat hînbûn ku bi tu awayî mudaxileyî şewata ku gav bi gav li herêmê belav dibe nayê kirin.