Agirê bi Çiyayê Gabarê ket nayê vemirnadin

  • 16:49 19 Îlon 2021
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Şewata ku beriya hefteyekê di encama bombebaranê de li Çiyayê Gabarê derketibû belav dibe. 
 
Operasyona ku beriya hefteyekê li qadên Şêx Osman, Şeşçala, Çîyayê Bizinê,  Êwan û Bênatê yên Çiyayê Gabarê hatibû destpêkirin didome. Di çarçoveya operasyonê de şewata ku beriya hefteyekê li derdora gundê Bunisra ya herêma Gabarê bi daristanê ketibû jî didome. Agirê ku di encama bombebaranê de derketîbû belav dibe.
 
Ji ber ku têketina herêmê qedexe ye tu mudaxale li agir nayê kirin.