Erdnîgariya Dêrsîmê bi projeyan di bin tecrîdê de ye

  • 09:02 12 Îlon 2021
  • Ekolojî
 
Gulîstan Azak
 
DÊRSIM - Di nav 10 salan de li Dêrsimê 6 bendav û HES hatin çêkirin û her wiha li dijî şewatên daristanan, madenan û xebatên peyzajê têkoşîn jî didome.
 
Erdnîgariya Dêrsimê bi taybet ev 20 sal in bi destê dewlet û kargeriyan tê texrîbkirin. Şewatên daristanan, maden, bendav bandorek mezin li ser xwezayê dike û welatiyên herêmê ku vê wek tunekirina bawerî, dîrok, xwezayê dibîne, li dijî vê berxwe didin.
 
145 projeyên madenê
 
Ji bilî xweza Dêrsîmê, dewlemendiyên bin erdê jî di hedefa sermayê de ye. Faliyetên madenê  ji sedî 15-20’ê erdnîgariyê digire. Li Dêrsîmê 145 projeyên madenê hene û bi giştî Çiyayê Mûnzûrê qada madenê hatiye îlankirin.
 
Jiyana zindiyan bin tehdîdê ye
 
Ji ber projeyên tên ferzkirin hezar û 518 cureyên nabat û zindiyên din tune dike û Geliyê Mûnzûrê ya xwedî cureyên nebatên girînge, di 1971’ê de ji aliyê UNESCO ve wek ‘Parka Netewî’ hat Îlankirin û tevî vê pêşî li projeyan nehat girtin.
 
Dixwazin hişê dîrokî tune bikin
 
Projeyên ku xwezayê texrîb dikin di heman demê de dîrokê jî hedef digirin. Çavînên Mûnzûrê bi projeya ‘Peyzaj Rekreasyonel a Parastina Çavînên Munzurê’ di bin xetereya hilweşînê de ye. Çavînên Halvorî  jî bi projeya otela tê plankirin di bin xetereyê de ye. Li Geliyê Pulemurê jî kanên maden û xîzê didomin. Li deşa Pulurê jî mêrg û erezî, çavkaniyên avê hatine desteserkirin û bi pere hewl didin dîsa bifroşin gel.
 
Şewatên daristanan
 
Demên dawî de şewatên daristanan di rojevê de ne û li Hozatê di 17’ê Tebaxê de şewatê dest pê kir û piştre li Kaniya Firtina Velî, Çemê Roj, Mezra Alaca, li mezrayên Sungurcuk, Çîko ya gundê Balpayam a Pulemurê û li taxa Aktoluk a Cihê ku zanîngeha Mûnzûrê lê ye şewat derketin.