Agirê bi Çemê Roj ketibû hat vemirandin

  • 11:40 3 Îlon 2021
  • Ekolojî
 
DÊRSIM - Agirê berî 6 rojan bi Çemê Rojê yê Dêrsimê ketibû hat vemirandin. 
 
Agirê ku di 28’ê Tebaxê de bi Çemê Roj ê li Geliyê Pîlemûriye yê Dersimê ketibû, duh şev hat vemirandin.  Xebatkarên Şaredariya Dersimê li herêmê li dijî pêketina agir a ji nû ve, karê sarkirinê dikin.
 
Agirê ku di encama operasyona leşkerî de bi çoltera navçeya Xozatê ketibû jî, piştî 15 rojan hatibû vemirandin. Dîsa agirê bi Kaniya Firtina Welî ya Geliyê Mûnzûrê ketibû jî, piştî 3 rojan, agirê ku li Taxa Turuşmek a girêdayî navendê jî di heman rojê de hatibû vemirandin.