Şewata li Bedlîsê 3 roj in didome: Bi hezaran hektar qadên daristanê şewitîn

  • 12:54 1 Îlon 2021
  • Ekolojî
 
BEDLÎS - Ev 3 roj in agirê bi daristana Bedlîsê ketiye dewam dike û li hemberî vî agirî tu mudaxale nayê kirin. Di encama agir belav bû de bi hezaran hektar qad şewitîn. 
 
Li herêma Ava Weqfê ya bi ser navenda Bedlîsê ve ji 30’ê tebaxê ve agir bi daristanan ketiye û berbelav dibe. Mudaxileyî şewatê nayê kirin û şewat belavî qadên çiyayê di navbara Bedlîs û navçeya Hawêlê ya Sêrtê bû. 
 
Duh êvarê şewat gihîşt gundê Hurmiza bi ser navçeya Motka Bedlîsê ve û tîmên agirkujiyê û xelkê şewat kontrol kir. Şewat li quntara Çiyayê Boz berdewam dike.