Agirê li Dêrsim û Bedlîsê bi daristanan ket belav dibe

  • 15:48 31 Tebax 2021
  • Ekolojî
 
BEDLÎS/DÊRSIM - Li Bedlîsê jî şewata ku duh li herêma Ava Weqfê derket  gîha Herêma Aqbanê jî. Agirê ku li Dêrsimê jî bi daristanê ket û di roja 15'an de berdewam dike her ku diçe belav dibe. 
 
Şewata ku li Herêma Ava Weqfê ya Bedlîsê duh derket hîna nehatiye vemirvandin. Li herêma ku tîmên agirkujê sewkî wê hatin kirin welatî jî bi derfetên xwe hewl didin agirê belav dibe vemirînin. Agirê bi daristanê ket piştî nîvro bi zêdebûna hêza bayêre zûtir belav dibe .Ji ber agirê ku nayê vemirandin beşeke qada daristanê ya mezin veguherî koma xweliyê. 
 
Ji ber şewatê di xeta mezin a ceryanê de teqîn pêk hat û baregeha leşkerî ya li herêma şewatê jî tê tahliyekirin. 
 
Rêxistinên HDP'ê yên Bedlîs û navçeyên wê ji bo ku agirê bi daristanê ket virênin çûn herêma şewatê .HDP'îyan jî bi welatiyan re dest bi vemirandina agir kirin. 
 
Agir gîha Aqbanê
 
Herwiha çavkainiyên herêmî diyar kirin ku agir xwe gîhandiye Herêma Aqbanê jî û her ku diçe belav dibe. Herwiha çavkaniyan diyar kir ku rayedaran heta niha ji bo vemirandina agir tu tişt nekirine û diyar kirin ku cihê agir pê ketiye jî herêma operasyonê ye. 
 
Hat ragihandin ku welatiyên ji bo agir vemirînin xwestine biçin herêmê jî ji aliyê cendirmeyan ve hatine astengkirin. 
 
Agirê li Dêrsimê belav dibe
 
Şewata daristanan ku li 3 herêmên cuda yên Dersimê derket jî her ku diçe belav dibe. Şewata ku di encama operasyona leşkerî de di 17’ê tebaxê de li çoltera navçeya Xozatê dest pê kir, belavî gundên girêdayî navçeya Pulurê bû. Roja ewil tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Dersîmê, rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr û welatiyên ku xwestin biçin agir vemirînin  hatin astengkirin û destûr nehat dayîn ku biçin herêma şewatê. Ji ber vê yekê şewata ku qadeke bi hezaran hektar bû şewitî, di encama bertekan de piştî 13 rojan mudaxale lê hat kirin. Şewata ku 15 roj in didome, zîndewarên di daristanê de jî tune kirin.  
 
Hêj agirê bi bejahiya navçeya Xozatê ketiye nehati vemirandin, di 29’ê tebaxê de li Firtina Velî Çeşmesî ya li Geliyê Mûnzûr û Çemê Roj ê li Geliyê Pilemuriyeyê dest pê kirin û didomin. Agirê ku tenê tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Dersîmê û welatî mudaxale dikin, bi bandora bayê re li qadeke fireh belav bûye.
 
Heta niha tu mudaxale li agirê bi Geliyê Pilemûriyeyê yê di 29 tebaxê de dest pê kiriye nehatiye kirin. Agirê ku tê diyarkirin piştî bombekirina leşkeran a herêmê dest pê kiriye, didome.