Li herema Bestayê li du cihan şewat hîn berdewam dike

  • 16:13 30 Tebax 2021
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Li Herêma Bestayê li du cihan şewata ku hat derxistin berdewam dike.
 
Li herêma Qurta Xanê ya ku dikeve Herêma Bestayê ya Şirnexê, şewata ku duh hatibû derxitin hîn didome. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku piştî operasyona leşkerî şewat derketiye. Heta niha li şewatê tu mûdaxale nehatiye kirin. Her wiha hat diyarkirin ku bi hinceta "herêm qedexe ye"  gundiyên ku dixwazin biçin agir vemirînin jî tên astengkrin.
 
Li Girê Bestikê jî şewat
 
Hat zanîn ku di saetên nîvro de li Girê Bestkê yê Herêma Bestayê jî agir bi daristanê ket. Sedema şewata ku derketiye nayê zanîn û li şewatê tu mûdaxale nayê kirin.
 
Herwiha li gundê Mêhrîna yê ku dikeve herêma Bestayê, 5  roj bêriya niha di encama bombebarana balafirên leşkerî de şewat  derketibû û şewat xwe bi xwe vemirîbû.