Heyeta HDP'ê li ser Çemê Zorava lêkolîn kir

  • 12:21 30 Tebax 2021
  • Ekolojî
 
ENQERE - Derbarê HES'a duemîn ku wê li ser Çemê  Zorava yê navçeya Dihê bê çêkirin de Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Hevberdevkên Komîsyona Ekolojiyê lêkolîn kirin.
 
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Hevberdevkên Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildere û Nacî Sonmez derbarê Santrala Hîdroelektrîk (HES) a 2'emîn ku wê li ser Çemê Zorava yê navçeya Dihê ya Sêrtê bê çêkirin de bi şêniyên herêmê re lêkolîn kirin. 
 
Heyetê piştî lêkolînê tespîtên xwe bi raya giştî re parve kirin. Tespîtên hatin kirin wiha ne:
 
*Hêza avakirina Baran HES a li ser Zorva 21 MW ye. Alîkariya wê ya ji bo hilberîna ceryanê 0,064'e, cihê wê di warê mezextinê de jî 0,019 ye.  Baran HES, aliyekî Çemê Dihê tune kiriye û ava ji bo vexwarinê jî nehiştiye. Hlberîna santralê jî gelek kêm e.  Cureyên xezal û pezkoviyan ji cihên wan kiriye. Cureyên masiyan jî tune kiriye. Ji ber ku çavkaniya avdanê biriye qada çandinî û sewlkariyê veguherandiye betonê. Çemê Dihê ku cihê şêniyên Dihê yê bêhnvedanê ye hatiye tunekirin. 
 
"Zorava üzerindeki Baran HES’in kurulu gücü 21 MW’dır. Elektrik üretimine katkısı 0,064, tüketimdeki yeri ise 0,019’dır. Baran HES, Eruh Çayı'nın bir kolunu tamamen yok etmiş, can suyu dahi bırakmamıştır. Üretim rakamları ise komik derecede az olan bir santraldir. Bölgedeki yaban geyik ve keçi türlerini yerinden ederek biyo çeşitlilik kaybına yol açmıştır. Balık türlerini yok etmiş, sulama kaynağını kestiği için tarım ve hayvancılık alanlarını betona boğmuştur. Siirt halkının tek nefes alma ve serinleme alanı olan Eruh Çayı’nın büyük bir bölümünü yok etmiştir.
 
Heke bendava duyemîn a hîdroelektrîkê were avakirin wê av li herêmê nemîne, ew ê xisareke mezin bide çandinî û xwedîkirina heywanan. Gelê herêmê li dijî avakirina vê bendava hîdroelektrîkê ye. Divê ev proje were betalkirin. Li vê herêmê di havînan de germahî dibe 46 derece. Heke ev av bimiçiqe wê encamên gelekî xerab derkevin holê. Ji ber vê jî divê avakirina hemû bendavên hîdroelektrîkê werin sekinandin û hemû çem û rûbar werin parastin.”