Şewata li Xozatê gehişt gundên Pulurê

  • 14:47 28 Tebax 2021
  • Ekolojî
DÊRSIM - Agirê ku li daristana navçeya Xozatê ket ji ber ku destûr nayê dayîn belavî gundên navçeya Pulurê bû. 
 
Şewata ku di encama operasyona eskerî ya 17’ê tebaxê de, li daristan goma Koçerî, gundên Kûrûkaymak û Danzî yên girêdayî navçeya Xozat a Dêrsimê rû da, belavî gundên Ûzûnçeşme, Degirmendere, Derekoy û gomên Çamurek û Hinzorî yên girêdayî gundê Karper a navçeya Pulurê bû.