Li herêma Bestayê 4 roj in şewat dewam dike

  • 14:05 28 Tebax 2021
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Şewata ku 4 roj in li gundê Mêhrîna ya herêma Bestayê didome, nayê vemirandin.
 
Şewata ku di encama bombebarana balafirên leşkerî de, li gundê Mêhrîna yê bi ser herêma Bestayê ve derketi bû, 4 roj in didome. Şewata ku bi tu awayî mudaxale lê nayêkirin, her ku diçe belav dibe. Leşker bi hêceta ku herêm qedexeye nahêlin welatî biçin mudaxaleyî şewatê bikin.
 
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê, li aliyekê herêma ku şewat lê derketiye bi xwe vemiriye û li aliyê din jî hêj şewat didome.