Li dijî talankirina xwezayê bang: Xweza jiyane jiyanê biparêze

  • 14:12 27 Tebax 2021
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, têkildarî talankirina xwezayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin “Xweza jiyane, jiyanê biparêze.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, têkildarî talankirina xwezayê li cihê ku dar lê tên birîn li herêma Çêlê Nimêja ya girêdayî navenda Şirnexê ye, daxuyanî da. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, endam û rêvebirên navendê, aktîvîstên TJA'yê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji qetilkirina daristanên  Besta û Cûdî re bêdeng nemîne"hat vekirin.
 
‘Li xwezaya xwe xwedî derên’
 
Daxuyanî ji aliyê Hasan Ozgûneş êHDP'yî ve hat dayîn û wiha hat gotin:"Bi destên îktîdara AKP’ê û MHP’ê daristan tên şewitandin û dar tên birîn. Li Cûdî, Gabar, Besta, Qileban û Elkê darên me tên birîn. Niha jî li herêma Bestayê dar tên birîn û xweza tê talankirin. Birîna daran ji bo îqtîdarê bûye wek çandek. Ji bo rantê daristanên me îro tên birîn. Li heremê birîna daran hîn berdewam dike. Her wiha ji xeynî birîna daran daristanên me tên şewitandin û ev şewat hîn berdewam dike. Ev şewat jî bi destên leşkeran tê derxistin. Li Dersîmê jî bi rojan e daristan dişewitin. Li aliyê rojavayê Tirkiyê jî ji bo rantê daristan hatin şewitandin. Bila hemû gel xwedî li xwezaya xwe derbikeve. Li aliyê rojava dema daristan dişewitin hêstiyariyek çê dibe. Lê belê dema ku li Kurdistanê daristan dişewitin û tên talankirin heman hêstiyarî nayê nîşandan. Çavên dewletê nabînin û gûhên wê nabihîzin.”
 
‘Xweza jiyane, divê jiyan bê parastin’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îktîdara AKP’ê hebûn, çand û nasnameya kurdan ji xwe re wek xetere dibîne û di dirêjiyê de wiha hat gotin: “ Hikûmet bi vê helwesta xwe xwezaya kurdan jî ji bo xwe wek dijmin dibîne. Bi tûnekirina xwezayê re dixwazin kurdan jî tune bikin. Lê belê Gelê Kurd li dijî hemû êrîşan hîna li ser niga ye. Xwezaya Şirnexê bi santralên termîkê, ocaxên komirê, birîna daran û şewitandina daristanan di bin talakirinê de ye. Em ji vir dibêjin demildest dev ji vê talanê berdin. Xweza jiyane, divê jiyan bê parastin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Xweza jiyane, jiyanê biparêze” û bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.