Şewata ku li Bestayê derketiye nayê vemirandin

  • 14:02 27 Tebax 2021
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Li gundê Mêhrîna ya herêma Bestayê şewata ku derketiye hêj nehatiye vemirandin.
 
Li gundê Mêhrîna ya ku dikeve herêma Bestayê ya Şirnexê 2 roj bêriya niha şewat derketibû. Şewata ku di encama bombebarana balafirên leşkerî de derket, bi hinceta "herêm qedexe ye" welatî tên astengkirin ku biçin mudaxileyî şewatê bikin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku şewat host bi host belav dibe.