Ji sedî 60’ê kaniyên Hewremanê zuwa bûne

  • 16:14 26 Tebax 2021
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Niwê ya ji bo parastina jîngeh û mafên jinan, bîlançoya bandora hişkesaliyê ya li herêmê aşkera kir û got: "Ji 255 kanî û çavkaniyên avê yên li Hewremanê 166 ji wan bi temamî zuwa bûne. Ji ber zuwabûna van çavkaniyên avê metirsiya hişkbûna çandiniyê li Hewreman heye. Divê bi lez çareyek jêre were dîtin.
 
Rêxistina Niwê ya ji bo parastina jîngeh û mafên jinan li Helebceyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bîlançoya bandora hişkesaliyê ya li ser herêma Hewremanê eşkere kir. Li ser navê rêxistinê Sara Selam axivî.
 
Sara diyarkir herêma Hewreman ji 25 bajarok û gundan pêk tê. Her wiha Sara da zanîn Hewreman herêmek geştiyariye, gelek bax û rez lê hene û debara xelkê piranî li ser çandiniyê ye. Sara, destnîşan kir ku niha ji ber kêm avî û hişkesaliyê metirsî li ser çavkaniyên dahata welatiyan çêbûye.
 
Sara Selam encamên lêkolîna ku rêxistina wan li herêmê kirine eşkere kir û got: “Li gorî amarên rêxistina me, li 25 cihên cûda yên Hewremanê 255 kaniyên avê hatine tomar kirin. Ji wana 166 kanî bi temamî zuwa bûne ku ev jî dike ji sedî 60’ê kaniyan. Ev metirsiyek mezine li ser hişkbûna şînkatî û darên gûzan ên li Herêmê hene. Divê aliyên peywendîdar ji vê rewşa metirsîdar agahdarbin û bi lez çareseriyek were dîtin. Hat gotin hişkbûna şînkatiya herêmê raste rast bandora xwe li ser rêjeya hatina geştiyaran dike."