Şewata daristanê ya li Şemzînanê bi xwe vemirî

  • 15:34 20 Tebax 2021
  • Ekolojî
 
COLEMÊRG - Şewata daristanê ya beriya 4 rojan li navçeya Şemzînana Colemêrgê dest pê kiribû bi xwe vemirî. 
 
Şewata di 15’ê tebaxê de li Çiyayê Goman ê gundê Nêrkolê yê bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê derketibû, piştî 4 rojan xwe bi xwe vemirî. Di şewatê de bi hezaran dar şewitîn. 
 
Gundiyên li herêmê dijîn diyar kirin ku ji aliyê rayedaran ve xebatên temirandinê baş nehatine kirin û bi fikarin ku careke din şewat dest pê bike.