'Şewata daristanan qeyrana avhewayê mezin dike'

  • 09:18 18 Tebax 2021
  • Ekolojî
 
Sema Çaglak 
 
AMED - Endama Polen Ekolojî Sultan Gulsum li ser şewata daristanan axivî û destnîşan kir ku li Rojhîlata Navîn xetereya hişkesaliyê hîn zêdetir e û bi polîtîkayên şaş her ku diçe ew xetere mezintir dibe. Sultan, got: “Şewata daristanan êdî bi awayekî sistematik didome. Daristanên ku bi hinceta operasyonan tê şewitandin ji xwe re fikarên cûrbicûriya biyolojik tîne.”
 
Yek ji pirskirêkên Tirkiyeyê ya herî mezin qirkirina ekolojîk e. Bi taybet bi hatina havînê re li heremê û li Tirkiyê şewatên daristanan pêk tên. Her wiha li Tirkiyeyê ji 28'ê tîrmehê heya niha li 53 bajaran 288 daristan şewitîn. Ji van şewatan 285 jê hatin kontrolkirin, Di van şewatan de bi hezaran ajal mirin, daristan û eraziyên çandiniyê bûn xwelî. Dîsa li heremê bi hinceta operasyonên leşkeri şewatên darîstanên berdewam dike û tu mudaxele nayê kirin ku heta ku bixwe ditemire. Tevî van yekan li ser tevahî cîhanê xetereya hişkesaliyê heye û li dijî vî xetereyê tu tevdîr nayê girtin. Endama Polen Ekolojî Sultan Gulsum têkîldarî mijarê ji ajansa me re axivî.
 
‘Kesên ku mudaxaleyî şewatê dikin tên astengkirin' 
 
Sultan diyar kir ku dewlet polîtîkayên xwe yên li ser ekolojiye bi şewata daristanan û qirkirina ekolojiyê dide meşandin û got: “Şewata daristanan êdî bûye sistematik. Lewra şewata daristanan bi demên dirêj berdewam dike. Bi taybetî jî li Amed, Şirnex û Dêrsimê her sal şewata daristanan xwe dide dûbare kirin û xesarên gelek mezin çêdibe. Daristanên ku bi hinceta operasyonan tê şewitandin ji bo cûrbicûriya biyolojik fikarek gelek mezin pêk tîne. Daristanên ku bi piranî tên şewitandin li ser zeviyên ku 'qadên ewlehî' tê kirin û bi vî awayî derdorparêz û kesên ku dixwazin wan şewatan re mudaxele bikin tên asteng kirin.”
 
‘Li cihên ku hişkesalî zêde ye şewat zêdetir belav dibe’
 
Sultan destnîşan kir ku di şewata daristanan de xalekê herî girîng jî daxwaza avê ye û wiha axivî: "Di rewşa hişkesaliyê de temîneta avê mecburî ye. Hişkesalî dibe sedem ku şewata darîstanan zêdetir mezin bibin. Li erdnigariya Kurdîstanê hişkesalî herku diçe zêdetir dibe. Ji ber vê sedemê gava şewat çêdibin jî xesarên ku pêk tên du qat zêdetir e. Ji ber ku şert û mercên hişkesaliyê ji bo mezinbûna şewatan guncav e. Bi windakirina daristanekê re foksîyona wê ya ragirtina avê û hevsengiya wê ya bilindahiyê jî ji holê radibe.”  
 
‘Hişmendiyekê bi qirkirina ekolojîk heye’
 
Sultanê balê kişand li ser qeyranan avhewayê û destnîşan kir ku şewata daristanan her ku diçe xetereya qeyranan avhewayê mezin dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Sultan, got: “Şewata daristanan ji sedî 4 bi rewşên xwezayî çêdibe. Ji ber vê yekê em dibînin ku şewatên darîstan bi piranî bi destê mirovan tê çêkirin. Ew jî sedema hişmendiyekê bi qirkirina ekolojiyê pêk tîne. Gelek caran darîstanên ku tên şewitandin nikarin xwe nû bikin. Qadên ku dişewitin ligel xwe gelek ajal û nebatên taybet jî winda dikin. Bi vê şiklî di ekosîstemê de xesarên ku êdî nayê vegerîn pêk tên. Ango li tevahî Tirkiyê û li cîhanê ekosîstem di bin xetereyek gelek mezin de ye. Jixwe qeyrana avhewayê li pêşiya me qasî xwe telûkeyan her diçe nişane me dide. Lê belê şûna têkoşîna li dijî qeyrana avhewayê qirkirina ekolojî xwe rû dide.”
 
‘Mafê ekolojîk parastina derdorê tê binpêkirin’
 
Sultan dawiya axaftina xwe de li ser bandorên qeyrana avhewayê yê di encama şewatên daristanan jî axivî û got: “Ligel qeyrana avhewayê di hilbêrînê de jî bandorên neyînî pêk tên. Şewatên ku çêdibin şêwaza jiyana mirovan jî diguherîne. Bi taybet li gundan, welatiyên ku debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin zirarê mezin dibînin. Ji ber ku ligel hilbêrînê çavkaniyên xwezayî jî tên winda kirin. Şewata daristanan ku hewayê qirêj dike gelek gazên ku ji ekosîstemê re zirar in jî tê berdan. Tevî van yekan darîstan hem nayê parastin hem jî yên ku bixwazin biparêzin jî tên asteng kirin. Ew jî binpêkirina mafê derdor û jiyanek paqij e.”