Emet Degîrmencî: Parastina xwezayê peywira her kesî ye

  • 09:01 18 Tebax 2021
  • Ekolojî
 
Melîke Aydin
 
MUGLA - Ekofemînîst Emet Degîrmencî da zanîn ku bi projeyên rantê tunekirina daristanan hedef tê girtin û bi vê jî jinên gund ji xwezayê qut dikin, bi xetereya metayê re tînin rû hev. Emetê daxuyakirin ku parastina xwezayê peywira her kesî ye.
 
Li dijî kana madenê ya lînyît ya tê xwestin li Daristanên Akbelen a navçeya Mîlas a Muglayê bê avakirin, di serî de jin, gundiyên Îkîzkoy û parêzvanên mafê jiyanê têkoşîn dan û di encama vê de doza betalkirinê ya Muafiyeta ÇED a Tesîsta Entegre ya li 3’yemîn dadgeha Îdarî ya Muglayê û doza betalkirina birîna daristanê ya li Yekemîn Dadgeha Îdarî, hatibû rawestandin. 
 
Piştî biryarê parêzvanên jiyanê diyar kiribûn ku wê berxwedanê bidomînin. Ekofemînîst akademîsyen Emet Degîrmencî ku ji bo daristanên Akbelen neyên birîn piştgirî da berxwedêrên Îkîzkoy, bandora hilweşîna ekolojîk ya li ser jinan nirxand.
 
Emetê daxuyakirin ku karbeşiya civakî têkiliya jinê ya bi xwezayê re zêdetir xurt dike û parastina xwezayê peywira her kesiye. Emetê ev tişt anî ziman: “Piştî qetilkirina daristanan şûnde jin di civaka serdest ya mêr de zêdetir bi xetereya metayê re tê rû hev.”
 
‘Karbeşiya civakî faktora herî girîng e'
 
Emetê destnîşan kir ku dema ku Darsitanên Akbelen hedef hatine girtin, ji gundê Îkîzkoy Nejla Işik li ser çapemeniya civakî bi parvekirinan qîrîna jinan daye nîşandan û divê bê dîtin ku jin zêdetir xwedî li têkoşîna ekolojiyê derdikevin û got: “Rola jinê ya di xwezayê de, çandina tov, zêdetirkirina nebatan, çandina bîstane. Li Mezopotamyayê yekem çandina genim jinan kiriye. Ez nabêjim ku ji taybetiya jinê ya welidînê heye, nêzî xwezayê ye lê, tecrube û zanîna jinan  nîşandaye ku jin zêdetir nêzî xwezayê ye. Ji ber jin nêzî aboriya debarê ye. Jin li cihekî tiştekî kom nakin û karê jê nakin. Di 1970’ê de li Hîndîstanê tevgera Chîpko daristan parastin û çalakî pêk anîn.”
 
‘Hewaya em digirin toksîk e’
 
Emetê diyar kir ku hilweşîna ekolojiyê jinan ji nêzî de eleqeder dike û windabûna curebûnê biyolojîk, hişkesalî û zêdebûna kîmyeyiyan zêde dibe û ji ber vê berhem kêmtir tê bidestxistin û wiha axivî: “Hewaya ku em û nebat digirin toksîk e. Derdê jinan yên xwarina dide ser sifrê zêde bûye. Li Efrîkayê jî ev wisa ye li ser axa me jî ev wisa ye.”
 
‘Jin zêdetir bi xetereyê re tên rû hev’ 
 
Emetê, da zanîn ku jin xwedî taybetiya welîdînê ye û jin ji genên xwe toksîkan dide zarokan û wiha bi lêv kir: "Îro di malzarokan jinê de ji du sedî zêdetir madeyên toksîk heye. Dema zarok nû zikê dayikê de çêdibe vê digire. Bedena jinên ji her cureyê kîmyewî bi bandor dibe. Ji ber vê jî nifşekî baş mezinkirin girînge. Jin bi xwedîbûneke nebaş re tên rû hev. Ji dema Neolotîkê şûnde piştî jinan hêza xwe winda kir şûnde hestiyên jinê û diranên zidê zêdetir rizyane û ev di kolandinên arkeolojîk de hatine dîditin. Jİ ber vê jî jin zêdetir bi xetereyê re tên rû hev.”
 
Emetê dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di rewşa ku ax bê windakirin de wê jin di rewşeke zehmet de bimîne û got ew wek ekofemînîstan li dijî rolên civakîne û civakek wekhev xeyal dikin û wiha dawî lê anî: “Em xwedî li xwezayê dertên. Xwedîderketina li axê peywira me hemûyane.”