Agir bi daristana li Mîdyadê ket

  • 10:20 16 Tebax 2021
  • Ekolojî
 
MÊRDÎN - Li daristana gundê Batê ya girêdayî navçeya Mîdyada Mêrdînê ye şewat derket.
 
Li daristana gundê Batê ya girêdayî navçeya Mîdyada Mêrdînê şewat derket. Şewata ku sedemê wê nehat zanîn bi bandora bayê mezin bû û bû sedema zirarên mezin. Ji 200 donimî zêdetir erd û li gel wê darên fisteqan şewitîn.
 
Di destpêkê de gundiyan bi derfetên xwe hewildan vemirînin. Lê bi mezinbûna şewatê re îtfaîye hat û agir vemirand.