HDP: Cihê lehî lê rabû bila bibe 'Herêma Afetê'

  • 14:05 2 Tebax 2021
  • Ekolojî
WAN - HDP'ê di daxuyaniya têkildarî karesata lehiya li Kuçeya Esenyamaçê de dazanîn divê cihê lehî lê rabû bibe 'Herêma Afetê'.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, têkildarî lehiya li Gundê Xaşkanê ya girêdayî navçeya Elbakê rabû, li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Muazzez Orhan, Sezaî Temellî û Hevserokê HDP’ê yê Wanê Fîkret Dogan beşdarî civînê bûn. 
 
Mûazzez Orhan a HDP’î, di civînê de axivî û xwest herêmên lehî lê rabûn weke herêmên karesatê bên îlankirin. 
 
'Cihê lehî lê rabû bila bibe Herêma Afetê'
 
Muazzez Orhan da zanîn divê herêmên lehî lê rabûn weke herêmên karesatê bên îlankirin û wiha got:"Ji aliyekî daristan dişewitin ji aliyekî jî lehî radibe û erdhej çêdibe. Sedema vana hilweşandina ekoljîk e. Şerê kapîtalîzmê yê rantê û ranta îktidarê her wiha polîtîkayên dijminatiya xwezayê bi hev re rû didin. Di vê rewşê de bi gotina 'derbasî be' tu tişt derbas nabe. Bêtedbîrî dibe sedema zirarên çêdibin. Divê cihê karesata lehiyê lê qewimî demildest bibe 'Herêma Afetê'." 
 
'Divê ekîbên tenduristiyê bi lezgînî bên vê derê'
 
Dûre parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî, axivî û diyar kir ku li pişt hemû karesatên rû didin, krîza avhewayê heye. Sezaî, da zanîn ku li tevahiya cîhanê karesat hene, lê yek ji wan jî ne weke yên li Tirkiyeyê mezin û zirarê didine. Sezaî, anî ziman ku desthilatdarî li şûna ku pêdiviyên mirovan pêşwazî bike, li dû şowê ye û wiha got:"Li karesatên xwezayî, karesatek siyasî zêde bû. AKP û MHP wekî karesatek siyasî bi ser welat de ketine. Em hem bi karesatên siyasî û hem jî bi karesatên xwezayî re mijûl dibin. Li herêmê karesatek mezin rû daye û rewşek giran tê jiyîn. Divê ekîbên tenduristiyê bi lezgînî bên vê derê, alîkariya xurekê bê kirin û pêdiviyên welatiyan ên lê mayînê bên temînkirin. Lê li şûna vê yekê bikin li dû şowê ne."
 
Hevserokê HDP’ê yê Wanê Fikret Dogan jî, got di encama lêkolînên ku wan li Xaşkanê kirine de, di encama herikîbûna avê ya di kanalek ku 3 sal berê hatiye çêkirin de lehî rabû. Fikret, da zanîn ku divê tavilê birînên gel bên pêçandin.