Gundê Germeroyê yê xwedî dîmenekî dîrokî û xwezayî

  • 09:02 15 Tîrmeh 2021
  • Ekolojî
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Gundê Germeroyê yê girêdayî navçeya Kerborana Mêrdînê ye bi şikeftên xwe yên dîrokî û dîmenên xwe yên xwezayî yek ji cihên seyrangeh û gerê ya Mêrdînê ye. Bi dîmenên xwezayî yên dilê mirov mest dike balê dikşîne ser xwe. 
 
Gundê Germeroyê girêdayî navçeya  Kerborana Mêrdînê ye. Di navbera Gundê Germeroyê û Kerboranê de 12 km re rê heye. Ango ji ber ku navbera Gundê Germeroyê û Kerboranê de çiyayên bilind cih digirin loma xwedî riyek ne xweş û talûke ye. Lewra gelek kes ji bo xwezaya gund û cihên wê yên dîrokî bibînin van rêyan derbas dikin û digihêjin gund.
 
Beriya mirov bigihêje Gundê Germeroyê di rê de Bendava Ilisuyê ya ku ji bo afirandina enerjiyê hatiye çêkirin tê dîtin. Ev li ser bedena vê xwezayê dîmenekî ji komkujiyê ye. Li dora gund şikeftên dîrokî yên xemleke cuda didin xwezayê hene. Li ber rê jî ava Gundê Germeroyê derbas dibe. 
 
Gundê Germeroyê yê xwediyê efsûneke hêjayî gotinê ye bala tûrîstan jî dikşîne ser xwe. Lê belê rêya wê ne xweş e. Loma di warê çûyin û hatinê de dibe sedema zehmetî û talûkeyê.