Agirê bi Çiyayê Gabarê ket, gur dibe

  • 09:52 24 Gulan 2021
  • Ekolojî
 
 
ŞIRNEX - Agirê ku duh bi çoltera gundê Deşta Lela ya li quntara Çiyayê Gabarê ket her ku diçe gur dibe. Ji ber şewatê heta niha zêdetirê 20 hezar donim baxçe, zevî û dar şewitîn.
 
Agirê ku duh bi çoltera gundê Deşta Lela ya li quntara Çiyayê Gabarê ket hîn dewam dike. Agirê bi herêmê ket hîn didome. 
 
 
Li gor agahiyên ji gundiyan hatin girtin 20 hezar donim zêdetir baxçe, zevî û dar şewitîn. Agirê ku berdewam dike ji aliyê rayedaran ve nayê vemirandin. Gundiyên heremê bi derfetên xwe hewl didin agir vemirînin.