Li Dêrsîmê polîtîka şer a taybet: Qadên me yên pîroz dişewitînin

  • 09:04 20 Gulan 2021
  • Ekolojî
Gulîstan Azak
 
DÊRSÎM - Hevseroka navçeya navendî ya Dêrsîmê ya HDP’ê Ozlem Toprak diyar kir ku şewata daristanan polîtîkayeke şerê taybet e û got: “Qadên me yên pîroz tên şewitandin. Zindiyên li daristanan tên qetilkirin. Gelê Dêrsîmê wê li dijî zextan serî netewîne.”
 
Li herêmên Amutka, Derekoy û Koçerî yên navçeya Xozat a Dêrsîmê di 9’ê Gulanê de operasyona leşerî hat destpêkirin û  piştî operasyonê şewata daristanan dest pê kir û şewat hîna jî didome. Ji bo temirandina şewatê rayedaran tu mudaxale nekir û bertekên li dijî şewatê roj bi roj zêde dibin.
 
Hevseroka navçeya navendî ya HDP’ê Ozlem Toprak der barê şewata daristanan de nirxandin kir.
 
‘Parçeyek polîtîka şer e’
 
Ozlemê destnîşan kir ku şewat piştî operasyonê dest pê kiriye û rayedaran mudaxaleyê şewatê nekiriye, ligel vê ji bo ku mudaxeleyî şewatê nekirin pêşî li wan jî hatiye  girtin. Ozlemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helwesta rayedaran a li dijî şewatê ji polîtîkayên şerê taybe ne serbixwe ye. Lİ hember Kurdan, herêma Kurdan û xwezayê dijminahiyê dikin. Di salên 90’î de gund şewitandin, valakirin û bê mirov hiştin. Niha vê bi şewata ku li daristanan derdixin pêk tînin. Şewata daristanan parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e.”
 
‘Cihên pîroz dişewitînin’
 
Ozlemê daxuyakirin ku xweza ji bo Dêrsîmê pîroz e û ji ber vê jî ev şewat êrîşeke li dijî baweriyê ye û ev tişt anî ziman: “Qadên me yên pîroz tên şewitandin. Di daristanê de zindî tên qetilirin. Rojnamegerên diçin herêmê hewl didin dîmenên qirkirinê bikşînin. Pezkovî, rovî, nebat tên qetilkirin. Hêrsa wan ya li dijî me gelek mezin e. Di bin navê neçîrê de komkujiyan pêk tînin. Em vê bi tu awayî qebûl nakin.”
 
'Gelê Dêrsimê serî netewand û natewîne'
 
Ozlemê di dawiya axaftina xwe de ev tişt daxuyand: “Gundên me, malên me, şewitandin  hilweşandin. Lê em  têk nebirin. Bi şewitandina daristanên me nikarin me bêhêz bikin. Çend ciwanên me bela sedem hatin qetilkirin. Dewlet dibêje qey wê bi şewitandina daristanan me ji axa me bikin. Pergal bi salane bi van pêkanînan xwezayê qetil dike, baweriyan tune dike. Lê çi dikin bila bikin wê nikaribin me bê hêz bikin. Gelê Dêrsîmê tu car serî netewan û wê netewîne jî.”