Çiyayên Elkê bi guldexwînan xemilîn

  • 09:03 16 Gulan 2021
  • Ekolojî
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Li navçeya Elkê bi hatina biharê re Guldexwînan vekir û xweşikahiya xwe dan çiya. Guldexwîn ku bi bedewiya xwe navdarin coş û kêfxweşiyeke mezin di dilê şêniyên li herêmê de ava dikin û rastî eleqeyeke mezin tên. 
 
Li dinê bi hezaran kulîlk hene. Her yek bi teybetmendiyên xwe tên nasîn. Yek ji van gul û kulîlkan jî Gudexwîn e. Welatê warê Gudexwînê Anatoliya û Mezopotamya ye. Li çiyayên navçeya Elkê ya Şirnexê jî piştî ku berf heliya gûldexwînên ku vebûn bi xweşikbûna xwe her der xemilandin. Di dilê kurdan de jî di nava bi hezaran gul û kulîlkan de ya herî zêde ber bi çav Guldexwîn bi xwe ye. Di nav Kurdan de, li zozan û çiyayên Kurdistanê yên bilind cihekî Gudexwînê yê taybet heye. Guldexwîna ku li hin deverên Kurdistanê jê re gula stûxwar jî tê gotin bi gelek navên din jî tê binavkirin û jê re,  Gulale û Şile jî tê gotin.  Ev gula navdar cara yekê li herêma Şemzînan û  Colemergê hatiye kifşkirin.
 
Temenê Guldexwînê kurt e
 
Guldexwîn li çiyayên bilind dibişkivin. Temenê Guldexwînan gelek kurt e û bi tenê nêzî sê hefteyan teze dimînin.  Guldexwîn di demsala biharê de bi rengên sor û zer vedibin. Her wiha ev Gula navdar û bedew geştiyarên xwecihî û yên ku tên herêmê bi xweşkahiya xwe sermet dike. Guldexwînên ku herî  zêde li  Şirnex û Colemêrgê tên dîtin, li Êlih, Dersim û Wanê jîşîn dibin. Herwiha li hin deveran ji vê gulê re gula xemgîn jî tê gotin.
 
Kesên ku wekî geştiyar tên herêmê zerareke mezin didin gudexwînê û wê ji kokê ve radikin. Ji bo ku guldexwîn neyên tunekirin û zerarê nebînin divê bên parastin.