Bi çalakiya jinan makîneyên kar ji herêmê derketin

  • 16:18 10 Tebax 2020
  • Ekolojî
ORDU - Çalakiya şermezarkirinê ya bi pêşengtiya jinan a li dijî avakirina HES'ê ya ku hat xwestin li gundê Balamir a Korgan bê avakirin encam da. Makîneyên kar ji herêmê hatin derxistin.
 
Çalakiya şermezarkirinê ya bi pêşengtiya jinan a li dijî projeya HES’ê ya ku dihat xwestin li gundê Balamîr a navçeya Korgan a Ordûyê bê avakirin, encam girtin. Mekîneyên kar ên ji bo projeyê hatibûn, neçar man ku ji herêmê derkevin. Di çalakiya li dijî şikreta ku dixwestin şantiyeya Santrala Hîdroelektirîk (HES) a li gundê Balamîr çêbike, mekîneyên kar hatin astengkirin. Çalakiyên bi pêşengtiya jinan hate kirin, ew û tîmên jendermeyan hatin hemberî hev.
 
Welatiyên ku tevî zextên leşker û şîrketê jî li pêşiya mekîneyên kar çalakiya rûniştinê li dar xistin û xwestin makîneyên kar ji herêmê derkevin. 
 
Her wiha welatiyan bi hinceta ku xebatên derqanûnî derbarê şîrker û Şaredariya Korganê gilî li dozgeriyê kirin.