Agir bi Baxçeyê Hevselê ket

  • 11:04 10 Tebax 2020
  • Ekolojî
AMED - Agirt bi 2 deverên cuda yên Baxçeyên Hevselê ku di nav Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya ÛNESCO’yê de cih digire, ket û hinek dar şewitîn.
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê,  di saetên şevê de agir bi 2 deverên cuda yên Baxçeyên Hevselê ku di nav Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya ÛNESCO’yê de cih digire, ket. Agir bi nîveke baxçe ket û nayê zanîn ku ji aliyê kê ve bi çi sedemê derketiye. Piştî bihîstinê mudaxaleyî agir hat kirin û hat vemirandin. 
 
Di şewatê de hinek darên baxçe şewitîn û derbarê şewatê de lêkolîn hat destpêkirin.