Agirê bi Cûdî û Bestayê ketiye belav dibe

  • 15:54 5 Tebax 2020
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Agir bi herêma Bestayê ketiye û ev 5 roj in didome nayê vemirandin. Her wiha hat zanîn ku agir bi Çiyayê Cûdî jî ketiye
 
Hat zanîn ku agir îro bi Çiyayê Cudî li gundên sêgoşeya Cifane, Nêvava û Gilindor a Şirnexê ku qada leşkeriyê ye, ket. Li gor agahiyên hatin bidestxistin mûdaxaleyê agir nayê kirin û agir her ku diçe mezintir dibe.
 
Li Bestayê agir hîn berdewam dike
 
Li Zozana Şerevan û 6 noqteyên derdora herema Besta 5 rojin agirê ku derketiye berdewam dike. Hat diyarkirin ku gelek dar ji ber agir şewitîne.