'Li dijî texrîbatê em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin'

  • 15:42 3 Tebax 2020
  • Ekolojî
DERSIM – Hewldana Parastina Mîrateya Çandî û Xwezaya Dersimê bi daxuyaniyê bertek nîşanî qirêjkirin û rûxandina Geliyê Mûnzûrê da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em ê li dijî vê rûxandina derdorê û xwezayê têkoşîna xwe hiqûqî bidomînin."
 
Hewldana Parastina Mîrateya Çandî û Xwezaya Dersimê têkildarî qirêjkirin û rûxandina Geliyê Mûnzûrê daxuyanî da. Di têketina Parka Millî de daxuyanî pêk hat û nûnerên rêxistinên hawirdorê beşdar bûn. 
 
Berdevkê Hewldana Parastina Mîrateya Çandî û Xwezaya Dersimê parêzer Bariş Yildirim daxuyanî da û diyar kir ku Geliyê Mûnzûrê ji sala 1971’an vir ve tê rûxandin. Bariş da zanîn ku li dijî rûxandina hawîrdorê têkoşîna wan hiqûqî didome û got: “Li seyranê agir dikin, masiyan digirin û avahî tên çêkirin û ev yek zirarê didin xwezaya me. Her car em bang li rayedaran dikin. Tiştên ku di qanûna Parka Millî de hatine nivîsandin divê werin sepandin. Tu qanûn nayên sepandin û ji rûxandina hawirdorê re nabin asteng. Em ê li dijî vê rûxandina derdorê û xwezayê têkoşîna xwe hiqûqî bidomînin.”