‘Li dijî lehiyê divê daristan û av bên parastin’

  • 09:15 31 Tîrmeh 2020
  • Ekolojî
Şehrîban Abî
 
WAN - Ekolojîst Yurdagul Çelîk bi lêv kir ku li Wan û derdora wê barana dibare rê li ber lehiyê vedike û ev jî bandorek neyînî dike û got ne faktorên ekolojîk kara şîrketan li ber çavan tê girtin û heta ev pergal bidome jî wê çareseriyek neyê dîtin.
 
Di rojên borî de ji ber barana barî li hinek bajar û navçeyan lehî pêk hat û vê bandorek neyînî li jiyanê kir. Li Wan, Qers, Agirî û navçeyan ji ber barana barî lehî pêk hat û hinek kesan jiyana xwe ji dest dan, hinek birîndar bûn, sewal bi lehiyê çûn. Dîsa di encama lehiyê de xanî û kargeriyan xesarên mezin dîtin.
 
‘Yek ji sedemên esas avahiyên bêpergal in’
 
Endama Kolektîfa Ekolojiyê ya Polen Yurdagul Çelîk encam û sedemên lehiya li herêmê hatiye jiyîn nirxand û got yek ji sedemên esas ya lehiyê avahiyên bêpergal in û wiha pê de çû: “Li bajar, gundan dema rê û xanî tên çêkirin, divê li demsal, rejîma berf û baranê, li peravên çem û golan baldar bin. Li bajar û gundan ji ber betonkirinê, asfaltê jî encamên nebaş dertên holê.”
 
‘Divê binesazî baş bê çêkirin’
 
Yurdagulê daxuyakirin ku li bajaran binesazî li gorî demdirêjiyê nayên çêkirin û ev tişt anî ziman: “Bi beton nahêlin ava baranê bigihêje ax û çeman. Ji ber vê jî li kolanan dibe gol. Divê faktorên ekolojîk, guherînên demsalî li ber çavan bê girtin. Dema wisa nebe jî wê zirarên mezin û windahiya can jî bidome. Ji bo HES’an dîwarên îstînat tên çêkirin kêleka çeman tên tengkirin. Ziranên dora çeman derdixin û dûz dikin. Pir jî bi awayekî şaş tên çêkirin. Ev jî dibe sedema lehiyan.”
 
‘AKP ji bo şîrketan qanûnan derdixe’
 
Yurdagulê destnîşan kir ku yek ji mesaiyên ku AKP dike, qanûnên parasti parastina hewirdorê, pêvajoyên ÇED’ê li gorî başiya şîrketan dike. Yurdagul wiha pê de çû: “Çandinî qedyaye, beton û çêkirina avahiyan bandor li germahiya hewayê kiriye. Ev hemû bandor li hev dikin. Divê em ji kar û barê betonê, asfaltê xilas bin. Li gorî xwezayê, herêmê alav bên bikaranîn. Divê rê bên sererastkirin. Divê çem ji dagirkirinê bên xilaskirin. Divê li gundan etut bê kirin û xaniyên bi rîsk bên barkirin. Divê ji bo gelê mexdûr piştgirî bê dayîn. Şîrket tenê karê esas digirin. Divê em ji vê pergalê xilas bibin.”