Li dijî kana keviran bertek: Heta ji biryarê venegerin em ê têbikoşin

  • 09:05 18 Tîrmeh 2020
  • Ekolojî
DÊRSÎM - Gundiyan bertek nîşanê kana keviran a li Mezgîrtê dan û gotin: “Dixwazin baweriya me tune bikin. Heta ji vê biryarê venegerin em ê têbikoşin.”
 
Li Tirkiye û herêmê di encama ku xweza ji rantê re tê vekirin de hem mîrateya çandî û hem jî ya dîrokî tê tunekirin. Yek ji bajarên ku her tim bi van pêkanînan tê rojevê Dêrsîm e. Di rojên borî de ji bo qetilkirina pezkoviyên ji bo Dêrsimiyan pîroz in, îhale hat vekirin. Ev îhale di encama bertekên gel de şûnde hat kişandin. Niha jî di rojeva Dêrsimiyan de kana keviran heye.
 
Herêma Xirabe, Lemk, Koderîç, Sorek yên girêdayê bajaroka Perî û herêma Dirban a girêdayê Mezgîrta Dêrsîmê ne, tevî ku ji aliyê Lijneya Herêma Parastina Hebûnên Çandî ya Erziromê ve wek qada sît a di asta yekem de hat îlankirin jî, ji bo kana keviran lê bê çêkirin ruhsat ji bo 8’emîn Midûriyeta Giştî ya Riyên Bejayî hat dayîn. Di 2011’an de hatibû xwestin kana keviran bê çêkirin lê li ser bertekan hatibû sekinandin. Lê dîsa hat rojevê û di rewşa ku bê çêkirin ev kan wê zirarê bide dîrok, xweza, çavkaniyên avê, erd û sewalan.
Gundiyên Sorek û Koderîç ên ku wê kan lê bê çêkirin, bertek nîşan dan û gotin divê demildest bê sekinandin.
 
‘Em ê heta dawî li berxwe bidin’
 
Guzel Sonmez a ji gundê Sorek da zanîn ku di rewşa ku kan bê çêkirin wê faliyetên çandî jî bi bandor bin û wiha got: “Wê hemû erd û baxçeyên me bi bandor bin. Wê hemû di nav axê de bimînin. Em naxwazin kan bê çêkirin. Divê demildest ev biryar bê sekinandin. Li herêma kan tê çêkirin dergahên me hene. Em naxwazin zirar bên wan. Dîsa wê çavkaniyên avê jî zirarê bibînin. Dixwazin me ji cihê me bikin. Em ê heta dawî li berxwe bidin.”
 
‘Wê xwezaya me bê texrîbkirin’
 
Nesriye Bulgan a ji heman gundî ye jî destnîşan kir ku wê kan zirarê bide hemû zindiyan û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Turba me ya Karahizir li wir e. Ji bo me wir pîroz e. Ger kan bê çêkirin wê ew der tune bibe. Dixwazin baweriya me tune bikin. Em naxwazin wisa bibe. Me kampanya îmzeyan da destpêkirin. Hemû gundiyan piştgirî da kampanyayê. Em naxwazin xwezaya me texrîb bibe.”
 
'Em naxwazin xwezaya me tune bikin'
 
Nurcan Bîngol a ji gundê Koderîç jî bertek nîşan da û got: “Em teqez li gundê xwe tiştekî wisa naxwazin. Di salên borî de dest bi kanê kirin lê di encama bertekan de şûnde vekişiyan. Niha dixwazin heman tiştî bikin. Em naxwazin xwezaya me tune bikin. Em ê heta dawî li dijî vê derkevin. Çi hewce bike em ê bikin.”