Qadên sît berê ji îmarê re hatine vekirin

  • 09:05 15 Tîrmeh 2020
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Di rojên borî de bi biryara Lijneya Herêmî ya Parastina Hebûnên Çandî ya Rihayê, cihê arkeolojîk yê Bezekê ya di asta yekem de qada sît hat îlankirin, hat hînbûn ku ev der berê ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve ji îmarê re hatiye vekirin.
 
Du roj berê bi biryara Lijneya Herêmî ya Parastina Hebûnên Çandî ya Rihayê re herêma xwecîhbûnê Bezekê ya li sînorê Nisêbîn a Mêrdînê ye wek qada sît ya di asta yekem de hat îlankirin. Ev qad 30 kîlometre li dûrî Bakurê Nisêbînê ye li qadê şikeft hene. 116 şikeftên Bezekê hene û bi sê rêzê ye. Li ser girê wê keleheke biçûk heye, lê bi giştî hatiye texrîbkirin, li bakurê rojhilatê wê jî li ser girekî Kelehek mezin heye. Bedenên vê kelehê bi giştî hilweşiya be jî hîna hinek cihên wê li ser piyan e. 3 kîlometre li bakurê wê xerabeyên Kentur hene, 5 kîlometre li bakurê wê keşîşxaneya ‘Der Muskê’ heye.
 
Di qada sît de blokên beton hene
 
Qada ku nayê zanîn ji kîjan demê maye, di salên dawî de rastî eleqeyeke mezin a turîstê herêmî tê û piştî biryara qada sît wê xebatên restorekirin û kolandinê dest pê bike. Lê hat hînbûn ku li şikeftan projeya çêkirina golê ya wezareta bajarvanî û hawirdorê heye. Derket holê ku ji bo di bin şikeftan de çavkaniyên avê derkevin holê sê sale xebat tên kirin. Li cihên av hatiye dîtin jî blokên beton hatine çikandin. 
 
Piştî biryara qada sît jî nehat hînbûn ku wê xebat bidomin an na.
 
Gundiyên Bezekê da zanîn ku xebat ji 2017’an heta niha didome û got: "Di bin şikeftan de çavkaniyên avê hene. Wezaret dixwaze avê derxîne û golekê çêbike. Berê jî gelek karker lê dixebitîn. Niha kes tune, em nizanin ku wê xebat dîsa bên kirin an na."
 
Şert û mercên bikaranîn û parastina cihên qada sît wiha ne:
 
“*Ji bilî xebatên zanistî, qada sît ya tê parastinê ye.
 
*Bi tu awayî destûr ji bo çêkirina tiştekî nikare bê dayîn.
 
*Pêkhatina binesaziyan bi nêrîna serokê kolandin û midûriyeta muzeyê dikare bê nirxandin.
 
*Qadên nû yên çandiniyê nikare bê vekirin. Ji darên heyî dikare berhem bê girtin. Dikare faliyetên çandiniya demsalî bê berdewamkirin.
 
*Ji bo vekirina kana kevir, xîz, ax, mermer destûr nikare bê dayîn.
 
*Ji bo kar û barên tevhît û îfrazê, bi awayekî bandor li ser hebûnên çandî nayê kirin, dikare ji lijneya me destûr bê girtin.