Sûlava Emrût bi heybeta xwe balê dikşîne

  • 09:06 8 Tîrmeh 2020
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Sûlava Emrût li gundê Emrût a Qoserê ye û bi xweşikahiya xwe balê dikşîne.
 
 Li gundê Emrût a Qoser a Mêrdînê, Sûlava Emrût jî bi xweşikahiya xwe balê dikşîne. Gundê Emrût li herêma Çiyayên Mazî, yanî 20 kîlometre ji Qoserê dûr, di navîna çiyayan de cih digire. Gundê ku di sala 1993’an de ji aliyê dewletê ve hat şewitandin û valakirin, piştî salan şûnde, hinek malbat vegeriyan gundê xwe.
 
Sûlav bala her kesî dikşîne
 
Gundê ku bi baxçe û xwezaya xwe bala mirovan dikşîne, Sûlava Emrût jî xweşikahiyeke cuda dide gund. Sûlav di têketina gund de tên dîtin û Pamukkaleyê tîne bîra mirovan. Ava vexwarinê û çandiniyê ya gund jî ji virt ê. Bêguman yên diçin serdana Sûlavê jî gelek zêde ne. Ji aliyê gelê herêmê ve balê dikşîne. Gel ji bo seyranê diçe û her wiha yên belgefîlm û wêneyan dikşînin jî eleqeyeke cuda nîşan didin.