'Em ê bi hev re xwedî li xwezayê derkevin'

  • 15:42 1 Tîrmeh 2020
  • Ekolojî
WAN - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê di çarçoveya kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derê ye" li dijî projeya HES'ê ya ku li Geliyê Zîlanê bê çêkirin li Erdîşê daxuyaniyek dan û gotin: "Em ê bi hev re xwedî li xwezayê derkevin û xwedî li derketin peywîra me ye." 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derê ye" li Erdîşa Wanê li dijî projeya HES'ê ya ku li Geliyê Zîlanê bê çêkirin daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya HDP'a navçeyê hat dayîn. Parlamentera Wanê Muazzez Orhan Işik, hevseroka HDP'ê ya bajêr Oznur Bartin, hevserokên HDP'ê yên navçeyan, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî daxuyaniyê bûn. Parlamenter Muazzez daxuyanî da. 
 
Muazzez, di daxuyaniyêd e bal kişand ser texrîbatên ku li hemberî xwezayê pêk tê û got: "Şîrketên alîgirê îqtîdara AKP'ê bi projeyên HES'ê armanc dikin xwezaya herêmê texrîb bikin. Mafê bikaranîna avê ya gel ji hêla şîrketan ve tên xespkirin. Bi her awayî xweza tê texrîpkirin. Li Heskêfê, Kanî Spîyê li gelek deverên din projeyên HES'ê tê pratîzekirin."
 
Muazzez, da zanîn ku Daraza Bilind projeya HES'ê ya ku li Geliyê Zîlan bê çêkirin bêtal kiribû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ligel biryara Daraza Bilind li vir ji hêla Gokakim Elektrik Uretîm AŞ'eyê li vir înşaat da destpêkirin. Lê ev înşaat bi bertekên gel hat rawestandin. Her wiha ji bo HES'ê biryara xespkirina eraziyên gel jî hat dayîn. Ev tişt tê wateya ku bi israr dikin ku xwezayî tehrîp bikin. Ji ber polîtîkayên bi vî rengî gel ji neçariyê koçberê bajar û metropolan dibin."
 
Muazzez, di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku xwedî li dijî wan polîtîkayan derkevin û xwezaya xwe biparêzin û got: "Xwedî derketina li xwezayê peywîra me ye û em ê bi hev re bi ser kevin."