Di sedsala 21’ê de pirsa jê tê tirsîn: Bi perperokên nû re ber bi cihanek nû (7)

  • 09:02 18 Mijdar 2018
  • Dosya
Li dijî zîhniyeta ku dixwaze ‘jina makul’ biafirîne pergala hevserokatiyê
 
WAN - Nesîbe Akbag a HDP’î girtin, binçavkirin û zextên li hemberî HDP’ê nirxand û diyar kir ku li dijî zîhniyeta ku dixwaze ‘jina makul’ biafirîne pergala hevserokatiyê hatiye afirandin û ji ber vê jî pergala hevserokatiyê nehatiye qebûlkirin û wih agot: “Di vê dema ku polîtîkayên dijminane yên AKP’ê ku li dijî jinan aşkera tên dîtin, tişta dikeve ser milê jinan têkoşîna bêdawî ye.
 
Ji aliyê Partiya Civaka Demokratîk ve cara yekem pergala hevserokatiyê ket jiyanê û ji bo hevserokatiyê jî Ahmet Turk û Aysel Tugluk hatin hilbijartin.  Lê bi biryara YSK’ê dawî li pergala hevserokatiyê hat anîn. Ji bo demekê ji bo serokatiya giştî Ahmet Turk tenê hat hilbijartin. Di 11’ê Kanûna 2009’an de bi girtina DTP’ê re Aysel Tugluk û Ahmet Turk di KCD’ê de pergala hevserokatiyê xistin jiyanê. Piştî vê li dijî hevserokatiyê êrîş zêde bûn.
 
Piştî OHAL’ê KHK
 
Piştî OHAL’ê bi KHK’ya hejmar 674 re di 11’ê îlona 2016’an de qeyûm tayînî 95 şaredariyên DBP’ê hatin kirin û bi dehan hevşaredar hatin girtin. Di nav de hevşaredar bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jÎ heye 32 hevşaredar hatin girtin û 21 hevşaredar jî wek hukumxwar di girtîgehê de tên girtin. 54 hevşaredar jî beyî girtî tên darizandin.
 
37 navendên jinan hatin girtin
 
Piştî tayînkirina qeyûman mekanîzmayên ji bo wekheviya zayendî ya civakê hat avakirin jî holê hatin rakirin û 37 navendên jinan yên girêdayî şaredariyên DBP’ê jî hatin girtin. Saziyên jinan dewrê KADEM’ê ya ku di rêveberiya wê de Summeye Erdogan heye hat kirin. Beşek van saziyan kirin qursên Kuranê an jî daîreyên birîna mehrê.
 
Di demên dawî de jî beriya hilbijartinan operasyonên binçavkirin û girtinê li hember jinan didomin.
 
‘Di siyasetê de hebûn gelek girînge’
 
Rêvebera HDP’a Wanê Nesîbe Akdag êrîşên li hemberî jinê nirxand û bi lêv kir ku newekheviya zayenda civakî yek ji pirsgirêka herî sereke ya pêvajoyê ye û got: “Jin li her derê têkoşîna jiyanek nû didin. Ji bo di qada siyasî, civakî, çandî û aborî de wekhevî pêk bê, rolên zayenda civakî ji holê rabin, keda jinê bê dîtin divê hewldan pêk bên. Ji bo vê jî hebûna me jinan a di siyasetê de gelek girînge.
 
‘Dixwazin jina makul biafirînin’
 
Nesîbeyê destnîşan kir ku newekheviya jin û mêr çavkaniya hemû bêdadiyên civakê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo em bibin xwedî gotin divê em di hemû saziyên siyasî û mekanîzmayên biryarê de nûneriya jinê pêk bînin. Bi OHAL’ê re hemû qada jiyana jinan hedef hatiye girtin. Pergal li ser jinan disekine û dixwaze jina makul ava bike. Ji ber vê desthilatdariya mêr tu car pergala hevserokatiyê qebûl nekiriye. Herî zêde jî berê xwe daye vê qadê. Gelek hevalên me niha di girtîgehê de ne. Hewl didin jinan bînin asta ku nikarin bixebitin. Parlamenteriya hevseroka giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî bi awayekî dijhiqûqî hat xistin. Ev jî êrîşên li dijî jinan nîşan dide. Lê me tu car serî netewand. Em têk neçûn. Emê îro jî serî netewînin û têk neçin. Emê heta dawî berxwe bidin.”
 
Qedya…