Di sedsala 21’ê de ‘pirsgirêka herî mezin’ ya jê ditirsin:Bi perperokên nû re ber bi cîhanek nû ve (5)

  • 09:05 16 Mijdar 2018
  • Dosya
Li Tirkiyeyê rastiya jinên karker: Wek depoya keda erzan tê dîtin
 
STENBOL - Jinên ji mêran kêmtir mûçe digirin, ji sedî 92 bê sendîka û ji sedî 25 jî di karên bê ewle de dixebitin. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu diyar kir ku jin wek depoya keda erzan tê dîtin û wiha got: “Hîna jin li gorî mêran bi pereyekî kêmtir tên xebitandin. Ji sedî 70’ê jinan derveyê qeydê tên xebitandin. Ji ber vê jî têkoşîna em didin bêguman têr nake.”
 
Lêkolîna ‘Rastiya Karkeran a li Tirkiyeyê 2017’an ya ji aliyê Daîreya Lêkolîna Federasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger ya Tirkiyeyê (DÎSK-AR) hatiye amadekirin, şert û mercên jiyana xebatê ya jinan nîşan dide.
Ji van lêkolînan fêde hat girtin û ji bo 8’ê Adarê jî rapora ‘Rastiya karkerên jin yên li Tirkiyeyê’ hat amadekirin. Li gorî vê raporê ji sedî 71’ê karkeran ji mêran ji sedî 29 jî jinan pêk tê. Li gorî Lêkolîna Hêza kar a Malbatî ya TUÎK’ê di îstîhdamê de rêjeya jinên dixebitin ji sedî 31 û ya mêran jî ji sedî 69 e. 
 
Pîşeyên ‘karê jinan’
 
Li gorî daneyên TUÎK’ê li Tirkiyeyê jin herî zêde di qada xizmetê de cih digirin û di çandiniyê de îstîhdama jinê kêm dibe, di sanayiyê de jî îstîhdam zêde dibe. Li gorî encamên lêkolînan, pîşe li gorî zayendan tên diyarkirin û di jiyana xebatê de kar li gorî zayendê tê berdewamkirin. Li gorî lêkolînê di komên pîşeya profesyonel a alîkar de rêjeya mêran ji sedî 5,6 e û ya jinan jî 3.8 e. dîsa li gorî lêkolînê ji sedî 2 mêr we rêveber dixebitin û ya jina jî bi 1,7 sînor dimîne. He wiha li gorî lêkolînan derketiye holê ku pêvajoya kidemê ya jinan li gorî mêran kêmtir e.
 
Di navbera jinan de îstîhdama bê ewle zêde ye
 
Li gorî lêkolînan di navbera jinan de xebata bê pergal û ewle li gorî mêran pir zêde ye. Ji sedî 23,8 a jinan di xebatên taşeron, buroyên îstîhdama taybet de di teşeyên îstîhdamê yê bê pergal de cih digirin. Her wiha dîsa jin di jiyana xebatê de bi sê pirsgirêkên girîng yên wekê mûçeyê kêm, betalî û bê sîgorte xebitandinê re tên rû hev. Ji sedî 48,9 jin bê sîgorte tên xebitandin.
 
Ji sedî 92’yê jinên karker bê sendîkane
 
Daneyên Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê (ÇSGB) derdixe holê ku rêjeya sendîkabûna jinan pir kêm e. Her wiha pereyê ku jin digirin li gorî mêran jî kêmtire. Ji sedî 13.7’ê jinên karker rastî newekheviya zayendî tên. Her wiha ligel krîza aborî binpêkirina mafan a karkeran jî zêde dibe û roj bi roj betalî zêde dibe û dîsa fatura krîzê li karkeran tê birîn.
 
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu destnîşan kir ku xebata bêpergal û bêewle ji jinan destpêkiriye û li hemû karkeran bi bandor dike û wiha got: “Ev 30 sale li Tikriyeyê pêvajoya karkerbûnê tê jiyîn. Hem li cîhanê hem li Tirkiyeyê pêvajoyeke ku hemû alî di nav hev de djîn pêk tê. 30 sal brê nîvê civaka Tirkiyeyê karer bÛn. Lê îro ev rêje ji 4’an derketiye 3’an. Ji ber vê jî civak bûye karker.”
 
‘Krîz tabloyek ku AKP’ê afirandiye’
 
Arzuyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku sala dawî de di qada kedê de li dijî cînayetên kar, heqdestê asgarî û taşerontiyê têkoşîn dane û wiha got: “Encamên krîza aborî ya demên dawî bû hedefa têkoşîna me. Îro Tirkiye di krîzek kûr de ye. Ev aşkeraye ku di encama polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê de pêk hatiye.”
 
‘Jin wek depoya keda erzan tê dîtin’
 
Arzuyê bi lêv kir ku teşeyên xebata bêewle û bêpergal ji jinan destpê dike û bandorê li ser hemû karkeran dike û ev tişt daxuyand: “Nêzîkatiyek sermayê ya ku jinan wek hêza kar a erzan dibîn eheye. Jinan wek depoya keda erzan dibînin. Ji ber vê jî li dijî van polîtîkayan têkoşîn ne tenê berpirsyariya jinan berpirysariya hemû karkerane. Di sala dawî de jî berxwedana Flormarê wek berxwedana jinan derbasî dîrokê bû.”
 
‘Têkoşîna em didin têr nake’
 
Arzuyê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Hîna jin li gorî mêran kêmtir heqdest digirin. Jİ sedî 70’ê jinan derveyê qeydê dixebitin. Dema rewş wisa be jî têkoşîna ku em didin bêguman têr nake. Ji ber vê di dema pêş de ji bo jinên li atolyeyan , plazayan ser erdan dixebitin bibin sendîkayî emê xeta têkoşînê pêş bixînin. Tevî hemû gotinên newekehv yên ji devên rayedarên desthilatdariyê derdikevin û hemû zextan jinan dest ji têkoşîna azadiyê bernedane. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî her cureyê zextan û şîdetê têkoşîna xwe bidomîne.”
 
SIBEHÊ: Li dijî şer mekanîzmaya parastina cewherî ya jinan: TJA