Di sedsala 21’ê de ‘pirsgirêka herî mezin’ ya jê tê tirsîn:Bi perperokên nû re cîhanek nû (3)

  • 09:11 14 Mijdar 2018
  • Dosya
Gulsum Kav: Tahrîk zayendperestiya di darazê de sembolîze dike
 
STENBOL - Li gorî rapora KCDP’ê ji meha Çileya 2018’an heta meha mijdarê ji 64 dozên der barê sûcên li hemberî jinan de 35 heb bi encam bûne. Ji bo 10 dozan ji bo mêrên gumanbar ‘daxistina tahrîkê’ pêk hat. Nûnera KCDP’ê Gulsum Kav diyar kir ku ‘tahrîka bêmaf’ zayendperestiya di darazê de nîşan dide.
 
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li ser Jinan a Navneteweyî nêz dibe û li Tirkiyeyê li gorî salên borî di 2018’an de kuştinên jinan zêde bûne. Di 10 mehên ewil ên salê de 363 jin hatin qetilkirin û bi KHK’yên hatin derxistin jî êrîşên li hemberî mafê jinan zêde bûn.
 
Li gorî daneyên ji rojname, malper û ajansan hatine komkirin di meha çile de 28, di sibatê de 47, di adarê de 25, nîsanê de 30, Gulanê de 37, hezîranê de 39, Tîrmehê de 37, Tebaxê de 41, îlonê de 45 û cotmehê de jî 34 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. 
 
Di sala 2018’an de zêdebûna kuştina jinan girêdayî polîtîkayên cezabûnê tê nirxandin û li dadgehan daxistina ‘rewşa baş’ û ‘tahrîka bêmaf’ hat dîtin.
 
64 doz hatin dîtin
 
Li gorî ‘Rapora Zayendperest a Darazê ya di navbera Mehên Çile-Mijdarê ya 2018’an’ a Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ku bi wesîleya 25’ê mijdarê weşand, ji meha çile heta meha mijdarê 64 doz hatine dîtin. 35 doz bi encam bûn û ji van 24 doz ya kuştina jinan, 3 heb a birîndariyê, 6 îstîsmara zayendî, 1 îstîsmara zarokan û 1 jî tehdîd bû. Ji dozên bi encam bûn li 10 gumanbarên mêr ji daxistina ‘rewşa baş’ û ‘tehrîkê’ pêk hat.
 
‘Kuştina Hêlîn Palandoken serlêdanên tacîzê zêde kir’
 
Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Gulsum Kav sala dawî nirxand û got ew dozên der barê sûcên li hember jinan dişopînin û got wan heta niha 57 doz şopandine. Gulsumê wiha berdewam kir: “Di demên dawî de serlêdanên jinên rastî tacîzê hatine zêde bûne. Sedema vê jî kuştina Hêlîn Palandoken a di 13’ê cotmeha 2017’an de hat qetilkirinê ye.”
 
‘Pêvajoyên darazê didin zorê’
 
Gulsumê peymana Stenbolê jî bibîrxist û got: “Em hewl didin mudaxîlê dozan bibin. Ji ber em li cem jin û malbatan cih digirin encam tên girtin. Dozên ku ceza jê nehat kêmkirin jî hene. Lê dîsa jî di sala dawî de di darazê de zayendperestî zêde bûye. Handan Aşkin a li Gazîosmanpaşa bi çekê hat birîndarkirin felç ma. Biryarên dozê her tim tên taloqkirin. Pêvajo bi awayekî dijhiqûqî berdewam dike. Me 57 doz şopandin û ji sedî 10 tevlîbûna me ya dozan hat qebûlkirin.”
 
‘Daraz her tim mêr diparêze’
 
Gulsumê der barê daxistinên ‘rewşa baş’ de jî nirxandin kir û got di demên dawî de Ahmet Kural ê şîdet pêk anî jî hewl da ji vê daxistinê fêdeyê bigire û wiha got: “Dema jin parastina rewa dike ji bo wan ji rewşa baş daxistin pêk nayê. Daraz her tim mêr diparêze. Ahmet Kural di îfadeya xwe de dibêje ‘Min bixwe negirt’.Yanî dibêje ez tehrîk bûme. Ev jî nîşan dide ku tehrîka di darazê de zayendperestiyê sembolîze dike.”