'Pirsgirêka herî mezin' a ku di sedsala 21'emîn de jê tê tirsandin: Bi perperokên nû jiyanek nû (2)

  • 09:20 13 Mijdar 2018
  • Dosya
25’ê Mijdarê nêz dibe: Daraz diparêze, mêr dikuje
 
Sîbel Ozalp
 
STENBOL - Di salên 2017 û 2018’an de kuştinên jinan, îstîsmara zayendî şîdeta fîzîkî û psîkolojîk bê navber berdewam kir. Pêkanînên li hember jinan, xetereya ku jin tê de ye, bi hemû berfirehiya wê nîşan dide. Qirkirina jinê û parastina mêran a ji aliyê darazê ve jî bi aşkera tê dîtin.
 
Di encama xebatên rêxistinên civaka sivîl a di qada têkoşîna jinê de xebatan dimeşînin de, di navbera salên 2002-2017 û navbera mehên çile-sibat a 2018’an de herî kêm 14 hezar û 672 binpêkirinên mafan ên jinan hatiye jiyîn.
 
Ji ber Qanûna derbarê Pêşîgirtina Şîdeta li Ser Jinan û Parastina Malbatê ya hejmara 6284'a jî bi awayekî bi bandor pêk nehatiye, encamên bi êş tên jiyîn. Di çarçoveya Peymana Stenbolê de divê merciyên têkildar ên dewletê rêbazên têkoşîna li hember şîdetê diyar bike lê vê berpirsyariya xwe nayne cih.
 
Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu di îlona 2017’an de derbarê binpêkirina mafan a jinan a li Tirkiyeyê de raporek pêşkêşî Komîsyona Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê kir.
 
Mafên sereke yên jinan dibin hedef
 
Di raporê de daneyên derbarê bîlançoya dema OHAL’ê de, qedexeyên derketina derve û qeyûmên tayînî şaredariya bûne û jin û xebatên jinan hedef hatine girtin, cih danê. Di raporê de derdikeve holê ku mafên herî sereke yên jinan bûne hedef.
 
Şîdeta li ser jinên çavkaniyek fikarê ya cidî ye
 
Komîteya Pêşgigirtina Newekheviya li Dijî Jinan (CEDAW) a Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya meha Tîrmehê de ji bo hikûmetê pêşniyar kir û daxwaz kir ku bila berê xwe bidin pirsgirêka newekheviya zayendî û astengiyên di mijara perwerde, kar, edelet û tenduristiyê de yên li pêş jinan bên rakirin. Di vê mijarê de gelek pêşniyar hatin kirin. Her wiha tevî ku desthilatdariyê Peymana Stenbolê îmze kiriye jî, şîdeta li ser jinan çavkaniyek fikarê ya cidî ye. 
 
Di Rapora Zayendî ya di Pewerdehiyê ya Egîtîm Senê de jî hat diyarkirin ku şîdet û bûyerên îstîsmarê yên li hemberî zarokan zêde bûne. Di rapora ÎHD’ê ya Îzmîrê de jî hat diyarkirin ku binpêkirina mafan a li hemberî jin û zarokan di seranserê dîrokê de şîdet û binpêkirin hatiye jiyîn.
 
Rapora GREVIO hat aşkerekirin
 
Komîteya Koma Pisporan a Çalakiyê ya Li Dijî Şîdeta Nav Malê û Şîdeta li Hemberî Jinê (GREVIO) ku saziya kontrolê ya Peymana Stenbolê ye di meha îlonê de rapora xwe aşkera kir diyar kir ku li Tirkiyeyê şîdeta li hemberî jinê gihiştiye asta bi fikar.
 
Bîlançoya jinan a 2018’an
 
Li gorî daneyên ji rojnameyên herêmî, malperê nûçe û ajansan hatiye girtin;
 
*Di meha çile de 28 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. 147 zarok rastî îstîsmarê hatin û 25 jin rastî şîdeta zayendî hatin.
 
*Di meha Sibatê de 47 jin hatin qetilkirin, şîdet û îstîsmarê berdewam kir. Herî kêm 9 jin rastî tecawizê hatin, 18 jin hatin tacîzkirin. Li hember 18 zarokan îstîsmara zayendî pêk hat û 26 birîndar bûn.
 
*Di meha Adarê de 25 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.
 
*Di meha nîsanê de 30 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 51 zarok rastî îstîsmarê hatin. 4 jin rastî tecawizê hatin û 63 jin ber bi fuhuşê ve birin.
 
*Di meha gulanê de 37 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Herî kêm 4 jin rastî tecawizê hatin, 51 fuhuş lê hat ferzkirin û 23 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatin.
 
*Di meha Hezîranê de 39 jin, 2 zarok û 3 mêrên mudaxaleyê şîdetê kirin hatin qetikirin. 2 jin rastî tecawizê hatin û 13 rastî tacîzê hatin. Herî kêm 24 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin û 27 jin rastî şîdetê hatin.
 
*Di Tîrmehê de 37 jin hatin qetilkirin. Li Samusê jinek trans hat qetilkirin. 41 jin rastî şîdeta zayendî hatin.
 
*Di meha tebaxê de 41 jin hatin qetilkirin. 22 jin rastî şîdeta zayendî hatin û 37 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.
 
*Di îlonê de 45 jin hatin qetilkirin û 27 rastî êrîşa zayendî hatin. Li 24 jinan fuhuş hat ferzkirin û 22 jin hatin tacizkirin.
 
*Di meha cotmehê de 34 jin hatin qetilkirin.
 
SIBE: Bersûc daxistina ceza ji aliyê darazê ve wekî pakêt digirin