Di dema desthilatdariya 16 salan a AKP’ê de şîdet 14 qatî zêde bû (4)

  • 09:12 9 Hezîran 2018
  • Dosya
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî encamên îstatîstîkên hilbijartinê yên destihlatdariya AKP’ê polîtîkayên şer ên ku pirsgirêka Kurd înkar dike û şer kûr dike,  herî zêde zarok mexdûr dike. Di 16 sal desthilatdariya AKP’ê de şîdeta li ser jinê 14 kat zêde bûye, îstîsmara zayendî ji sedî 499, fuhuş ji sedî 790, îstîsmara zayendî jî ji  434 zêde bûye.  Sala 2002’an de ku AKP hat ser desthilatdariyê 66 jin hatin qetilkirin û ev hejmar di 2016’an bû 261 û di 2017’an de bû 409 e.
 
Tayyîp Erdogan ku di navbera 2009 û 2010’an de ‘berlêvekirin kir’ û got ‘ez wek serokwezîr pisgirêka Kurd diparêzin û ez ê her tim biparêzim’ di 2011’an de got ‘Pirsgirêka Kurd tuneye.’
 
Di 2012’an de jî di daxuyaniya xwe de got ‘li welat pirsgirêka Kurd tune, pirsgirêka PKK’ê heye’ û tevgera Kurd hedef girt. Di 2015’an de jî heman tişt parast.
 
Di 2014’an de bi ‘plana têkbirinê re’ dîsa hedefa wî ya herî mezin jin û zarok bûn.  Niha hewl dide dîsa  rejîma yekparêz, înkarker û îmhayê  bi hilbijartinên 24’ê Hezîranê xurt bike.
 
Polîtîkayên jin hedef girtin wiha ne:
 
*Di navbera 2013-2015’an de piştî AKP’ê pêvajoya aştiyê bi dawî kir, di encama polîtîkayên şer de 107 jin ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetikirin.  Dîsa 107 zarok hatin qetilkirin.
 
*Di 16 salan de şîdet 14 qatî zêde bû.
 
*Di kuştinên jinan de ji sedî 5 polîs, leşker û peywirdarên ewlehiyê hatin darizandin. Li gorî daneyan di 2017’an de 409 jin hatin qetilkirin, 387 zarok rastî îstîsmarê hatine, 332 jin rastî îstîsmara zayendî hatine. Di OHAL’ê de herî kêm 624 jin hatine qetilkirin. Di 4 mehên ewil ên sala 2018’an de 130 jin hatin qetilkirin.
 
*Pêkanînên xerab û şîdeta li girtîgehan roj bi roj zêde bû. Jin li dijî van ketin greva birçîbûnê.
 
*Di pêvajoya OHAL’ê de hejmara jinên girtî 3 qatî zêde bû. 668 jin bi zarokên xwe re hatin girtin.
 
*5 Parlamenterên jin hatin girtin, 28 hevşaredar niha girtî ne.
 
Di dema OHAL’ê de li hemberî jinan êrîş
 
Di dema OHAL’ê de hejmara jinên betal gihişt  mîlyonek û 550 hezarî û 331 hezar zêde bû.  
 
*Di Dema OHAL’ê de 11 komeleyên jinan û komeleyek mafê zarokan hat girtin. Di serî de KJA û gelek komeleyên jinan bi KHK’ê hatin girtin.  Bi KHK’yan 43 navendên jinan ên şaredariyên DBP’ê hatin girtin.
 
*Ji 11 sendîkayên girêdayî KESK’ê bi giştî sê hezar û 100 karker hatin îxrackirin û ji van 600 jin bûn. Ji zanîngeha 4 hezar û 811 akademîsyen hatin îxrackirin û ji van jî ji 5’an yek jin bû.
 
Di darazêde jin…
 
Derket holê ku daraz derbarê şîdeta li hemberî jinê ne xwedî agahiyên têr û hestiyariyê ye.  Qanûnên di encama têkoşîna bi salan a jinan de hatin qezenckirin jî bi awayekî bi bandor nayê bikaranîn.
 
Binpêkirina mafan a zarokan
 
Li gorî ‘Rapora îstîsmara zarokan a 2016’an’ a Komeleya Rehabîlîtasyon û Pêşîgirtina Şîdetê di 10 salan de bûyerên îstîsmara zarokan ji sedî 700 zêde bûye.
 
Li gorî rapora ji aliyê Egîtîm Senê jî hatiye amadekirin ji 2002’an heta niha 440 hezar zarokên keç welidiye. Hejmara zarokên di bin temenê 15’yî de wediliye 15 hezar û 937 derbasî qeydan bû.
 
Bi vebûna qursên kuranê re jî îstîsmara zarokan zêde bû.
 
Di OHAL’ê de têkoşîna jinan
 
Di dema OHAL’ê de li dijî girtina komele û  rawestandia faliyetan, jinan diyar kir ku ew ê li her derê bin.
 
Li dijî girtina hevşaredar û parlamenterên HDP’ê yên ji jinan gotin ‘têkoşîna jinan nikare bê darizandin’ û di têkoşînê de hatin cem hev.
 
Bi bernameyên bi heybet ên 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê bersivek mezin li kolanê dan AKP’ê.
 
Li dijî Qanûna ku rayaye birîna mehrê dida miftiyan jî çalakî û kampanya pêk hatin.
 
Li dijî ‘Pêşnûmeya Qanûna Îstîsmara Zayendî’ jî  bertekê hatin nîşandan.
 
Şîdeta zayendî
 
*Di  24’ê Gulana 2007’an de Dadgeha Destûra Bingehîn di dozên revandinê de ceza daxist.
 
*Di 25’ê Mijdara 2008’an de ji dozên sûcên zayendî ji sedî 20 mêran berat kir.
 
*Di 23’ê Hezîrana 2013’an de Elîf Kaya tazî hat lêgerînkirin.
 
*Di 27’ê Hezîrana 2013'an de jinek di wesayîta zirxî de rastî îstîsmara zayendî hat.
 
*Di 31’ê Gulana 2013’an de kesên tevlî berxwedana Gezî bûn rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatin.
 
*Di 16’ê Çileyê 2014’an de  Serokatiya Karê Diyanetê got ‘divê li dijî zewacên zarokan hişmendî bê zêdekirin.”
 
*Di 2’ê kanûna 2013’an de Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn li girtîgehan îşkenceya lêgerîna tazî qebûl kir.
 
*Di 30’ê Gulana 2014’an de Ayşenur Îslam  got ‘bila dayik di dema êrîşên zayendî de  qêrînê hînê zarokên xwe bikin.” 
 
*Di 8’ê Çileyê 2016’an de Wezareta Karê Diyanetê got ‘bav dikare li hember keça xwe şehwetê hîs bike’.
 
*Di 23’ê Adara 2016’an de Nurettîn Yildiz got zaroka 6 salî dikare bizewice.
 
*Di 22’ê Adara 2016’an de  Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Sema Ramazanoglu  got ‘carekê ji îstîsmara zayendî re efûyê dixwaze’.
 
*Di 7’ê Adara 2016’an de hikûmetê sûcê îstîsmara zayendî ya li weqfên Ensar di çapemeniyê de qedexe kir.
 
*Di 9’ê îlona 2016’an de hat gotin ku di ducaniyên di bin 18’yî de divê ragîhandina edlî bê kirin.
 
Di 21’ê Mijdara 2016’an de ji bo zarokên ji 12 salî mezintir û rastî îstîsmarê hatine têgeha ‘daxwazê’ bikaranîn.
 
*Di 28’ê Kanûna 2017’an de RTUK’ê zarokên şort li xwe dikir sansur kir.
 
Şîdeta mêr
 
*Di 12’ê Tebaxa 2013’an de Melîh Gokçek stargeh li zimanê xwe gerand.
 
*Di 27’ê Gulana 2013’an de Vecdî Gonul got ‘jina Tirk xemla malê ye’.
 
*Di 19’ê Tîrmeha 2009’an de Tayyîp Erdogan got ‘ya bi tena serê xwe dimîne ya wê biçe defê ya biçe zirnê’.
 
*Di 26’ê Cotmeha 2009’an de kuştinên jinan ji sedî hezar û 400 zêde bû.
 
* Di 6’ê Kanûna 2017’an de Halîl Îbrahîm Kaya got ‘mêr jî dikujin’.
 
*Di 13’ê Nîsana 2017’an de wezîrê dadê Abdulhamît Gul got ‘bila dewlet tevlî şîdeta nav malê nebe’.
 
*Sare Davutoglu di 10’ê Tîrmeha 2015’an de ji kuştinên jinan çapemenî berpirs dît.
 
*Di 2’ê Çileyê 2015’an de wezîrê ewlehiyê yê civakî û xebatê Mehmet Muezzînoglu  têgeha ‘kariyera dayiktiyê’ derxist holê.
 
 *Ayşenur Îslam got dema ku kuştinên jinan zêde dibe rojev, ew nerehet dibin.
 
 QEDYA