Qeyyûm û ‘Plana têkbirinê’: Li Kurdistanê hewldana avakirina ‘jina meqbûl’ (3)

  • 09:01 8 Hezîran 2018
  • Dosya
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêngaveke din a pêkanîna înkar û îmhayê qeyûm bûn û bi vê re hemû destkeftiyên  jinan ji aliyê AKP'ê ve hedef hat girtin.  Qeyûmên AKP'ê ku ji hemû sazî û komeleyan navê jinan derxistin bi hewldana avakirina 'jina meqbûl' rastî berxwedana jinan hat.
 
 Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê yek ji hedefên AKP û Tayyîp Erdogan bi taybet destkeftiyên jinan bû. AKP'ê di desthilatdariya xwe ya 16 salan de kurtaj qedexe kir, qanûna tecawizê bi awayekî fîîlî kir meriyetê  û ji wezaret, komele û saziyan navê jinan derxist.
 
Di dema AKP'ê de Tirkiyeyê Peymana Konseya Ewropayê ya derbarê têkoşîna Li Hemberî Şîdeta li Ser Jinê îmze kir û di heman demê de îradeya jinê jî tune hesibandin.  AKP'ê ewil Wezareta ji Jin û Malbatê berpirs girt û li şûnê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî ava kir.
 
 Qeyûman destkeftiyên jinan hedef girtin
 
Li seranserê Tirkiyeyê  ev pêkanîn hatin jiyîn û  li Kurdistanê AKP'ê destkeftî û îradeya jinên Kurd hedef girt.  Êrîşê pergala hevserokatiyê û siyasetmedarên Kurd kir. Li Kurdistanê li 11 bajar 68 navçe û 23 bajarokî  DBP'ê şaredarî qezenc kir û bi vê re girêdayî hemû şaredariyan navendên jinan hatin avakirin. Lê piştî qeyûm hatin, hemû navend hedef hatin girtin. Xebatên 43 navendên jinan rawestandin.
 
Şaredarî hîna di bin dagirkirinê de ne
 
Di 2016'an de bi KHK'yên hatin derxistin re ji 102 şaredariyên DBP'ê 94 heb qeyûm lê hatin tayînkirin û hîna jî şaredariyên DBP'ê di bin dagirkirina qeyûman de ne.
 
 Bi KHK'a hejmara 674'ê re ne bi tayînkirina qeyûman re malên şaredariyê hatin desteserkirin, xebatkar ji peywirê hatin girtin û rayeya vê jî dan walîtî û qeymeqaman.
 
35 hevşaredarên jin hatin girtin, hîna  28 heb girtî ne
 
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de bi giştî 110 hevşaredar hatin girtin.  Ji 94 şaredariyê veguherandin qerekolan, xebatên hevşaredarên jin yek bi yek hatin betalkirin.  Ji roja qeyûm hatine tayînkirin heta niha 35 hevşaredarên jin hatin girtin û hîna 28 heb girtîne.
 
Belgeyên jinan hatin desteserkirin
 
 3 stargehên aydê şaredariyan jî bê bandor hatin hiştin.  Navendên jinan hatin girtin. Jinên li van navendan dixebitin ji kar hatin derxistin.  Jinên ji navendan belge girtibûn jî belgeyên wan hatin desteserkirin. 
 
 Navendên xebatên wan hatin sekinandin û îcratên wan ên niha wiha ne:
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya Êlihê bû, Navenda Jinan a Selîs û Atolyeya Jinan a Hêvî girt. Xebatkar ji kar hatin derxistin. Kopleksa jinan jî ji aliyê qeyûm ve veguherî navenda sporê û ji jinan hat girtin.
 
* Xebatkarên Serokatiya Daîreya Jinan a girêdayî Şaredariya Mêrdînê jî bi KHK'a hejmara 677'an hatin îxrackirin û mêr tayînî Midûriyeta Têkoşîna li Hemberî Şîdetê hat kirin. 
 
*Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Nisêbînê hat îxrackirin û Navenda Jinan a Gulşîlav hat girtin. Projeya Keda Jinan  'Jiyana Bê sînor' hat sekinandin.
 
*Tabelaya Navenda Jinan a Nuda ya Şaredariya Qoserê hat daxistin  û xebatkar ji kar hatin avêtin. Jinên di yekîneyên din de jî hatin îxrackirin.  Qeyûm  navê Navenda Jinan a Nuda jî wek 'Hanimelî' guhert.
 
*Xebatkarên Navenda Jinan a Peljîn a girêdayê şaredariya Dêrikê ji kar hatin derxistin.  
 
* Navenda Jinan a Çîçek a girêdayî şaredariya Kerboranê ji aliyê qeyûm ve hat girtin.
 
* Xebatkarên Navenda Jinan a Rewşen a girêdayî şaredariya Şemrexê ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin û xizmetên navenda jinan hatin sekinandin.
 
*Li Wanê jî qeyûm tayînê hemû şaredariyan bû û Serokatiya Daîreya Jinan fes kir. Stargeha jinan girt. Jinên di projeya 'Mor Kanatli Turnalar' de dixebitin ji kar hatin avêtin.
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya Artemîtê bû tabeleya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan daxist û avahî kir avahiya xizmetê û mêr tayînê cihê jinê kir. 
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya Erdîşê bû, Midûriyeta Polîtîkayên Jinan bê bandor hişt.  Proja 'Bukabaraneatolyesi' girt. Hemû projeyên jinan da sekinandin.  Kreşa zaroka a Hêlîn Şen hat girtin.
*Navenda Jiyana Jinan a Rojîn jî wek 'Navenda Jiyana Jinan' hat guhertin. Li navendê ji bo zarokan Kursa Kuranê hat dayîn.
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya Bêgiriyê bû mala xwarinê ya jinan girt.
 
*Qeyûmê tayînê Îpekyolê bû Midûriyeta Xizmetên Jinan girt.
 
* Qeyûmê tayînî şaredariya Payîzava bû, Kreşa Zarokan a Xeyrî Şînîk ku bi Kurdî xizmet dida girt û kreş bi Miftitiya Navçeyê ve girê da û veguhertin kursa kuranê.
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya Şirnexê bû Navenda Jinan a Zahîde û Navenda Çanda Cudî girt. Dawî li karê civaknasan anî. Xebatên jinan dan sekinandin.
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya Cizîrê bû, Midûriyeta Polîtîkayên Jinan girt û xebatkar ji kar hatin derxistin. Her wiha Navenda Jinan a SîtîyaZîn girt û dest danî ser agahiyên jinên ji ximzeta wir fêde girtine.
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya Sêrtê bû xebatkarên Midûriyeta Polîtîkayên Jinan bi KHK'ê îxrac kir û Navena Jinan a Berfîn bi Midûriyeta Karên Civakî û Çandî ve girê da.
 
*Qeyûmê tayînî Xelfetiya Rihayê bû  xebatkarên Navenda Jinan ji kar derxistin û xizmeta şêwirmendiyê bi dawî kir.
 
*Navenda Jinan a Sema Yuce, Navenda Tipê ya Ayşenur Zarakolu, kreş û mala cilşoyê ya girêdayê şaredariya Agiriyê hatin girtin. 
 
*Qeyûmê tayînê Akdenîz a Mersînê bû, Navenda Jinan  a Îştar girt.
 
*Qeyûmê tayînî şaredariya bajarê mezin a Amedê bû  Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan girt û  34 jê jin 44 xebatkarên girêdayê Daîreya Xizmetên Jin û Malbatî ji kar derxistin.
 
*Qeyûmê tayînî Bismilê bû Navenda Jinan a Nujîn veguhert Daîreya Zewicandinê.
 
*Li Amedê faliyetên 10 navendên jinan yên faliyet dimeşandin hatin sekinandin.
 
*Projeya şaredariya bajarê mezin a Amedê û şaredariya Hezro 'Saziya jinan' bi hatina qeyûm hat betalkirin.
 
*Jin ji bazarên taxê yên jinan û projeyên aborî hatin dûrxistin.