AKP di pirsgirêka Kurd de xetimî (1)

  • 09:09 6 Hezîran 2018
  • Dosya
NAVENDA NÛÇEYAN - AKP ya derbarê pisgirêka Kurd de li ser ‘hesabên dengan’ nêzîk bû, di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de  têk çû û li ser vê yekê pêvajoya çareseriyê bi dawî kir. Daxuyaniya namzetê serokomariyê yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bû destpêka sê salên bi komkujî û qedexeyên dirêj.
 
Ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re demek kurt ma û li dijî tifaqa AKP-MHP’ê ya ‘Cumhur’ ji partiyên muxalefet ‘tifaqa Mîllet’ hat avakirin.  HDP jî tevî hemû astengiyan xebatên xwe didomîne.
 
Tifaqa Gelan
 
Gelê Kurd li dijî înkar, îmha û asîmîlasyona li Tirkiyeyê  eniya berxwedanek mezin ev 40 sale ava kirine û di bin sîwana HDP’ê de  gelan tifaq ava kirin û têkoşîna jiyana wekhev, demokratîk û azad di navbera salên 2013-2015’an de gihandin asta herî jor.
 
Tayyîp Erdogan: Pêvajoya çareseriyê di cemedankê de ye
 
AKP ya derbarê pisgirêka Kurd de li ser ‘hesabên dengan’ nêzîk bû, di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de  têk çû û li ser vê yekê pêvajoya çareseriyê bi dawî kir û biryara MGK’ê ya 30’ê cotmeha 2014’an kir meriyetê. Di bin navê plana têkbirinê de îmha, înkar û komkujiya Kurdan dîsa ket rojevê.  Di 11’ê Tebaxa 2015’an de serokomar Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya zindî ya televîzyonê de diyar kir ku pêvajoya çareseriyê hatiye bi dawîkirin.
 
Şoreşa Rojava û êrîşên piralî
 
Di 11’ê Adara 2011’an de li Sûriyeyê gelan li dijî rejîma Baas'ê serhildan da destpêkirin û di 19’ê Tîrmeha 2012’an de  Şoreşa Rojava gihaşt statuyê û ev li dijî AKP’ê bû tehdîd.  AKP destkeftiyên Bakurê Suriyeyê û gelê Kurd hedef girt û li dijî hêzên demokrasî û HDP’ê êrîşên giran hatin destpêkirin.
 
Plana veşarî ya 43 rupelî
 
Di Îlona 2014’an de plana çalakiyê ya 43 rûpelên veşarî ya ‘têkbirinê’ ku ji aliyê Musteşariya Ewlehî û Sererastkirina Cemawerî ve hat amadekirin û pêşkêşî Fermandariya Giştî hat kirin, hat amadekirin û li gorî vê: 
 
“Ligel polîs û leşkerên taybet, hêzên artêşê wê bajaran dagir bikin, li hember taxan wê operasyon pêk bê. Navenda komuta êrîşan wê fermandariyên Cendermeyan bin û her hewce bike wê balafirên şer bidin talîmata fermandariya cendermeyan.  Cihên tên dorpêçkirin wê bê texrîbkirin. Plana veguhestina cihên 150-300 hezar kesî tê kirin. 
 
Divê çapemeniya rêxistina terorê nekeve herêman û li herêmên mijara gotinê ne tanq û wesayîtên zirxî bên bicihkirin. Hemû ketin û têketin divê bên girtin. Her di cih de bê dîtin ambulans û îtfaye bi leşkeran re dikarin bikevin herêmê.”
 
Her wiha di vê planê de peywir û berpirsyariyên çapemeniya hewzê jî hatibûn diyarkirin û hatibû gotin ku bi taybet divê nûçegîhanên AA û TRT’ê li wan herêman nûçeyan çê bikin û nûçe û dîmenan bi çapemeniyên din re parve bikin.
 
Plan di dewrê de: 2 hezar û 360 kesî jiyana xwe ji dest da
 
Plana ku pêkanîna modela Srî Landa mînak digirt, ji gelek astan pêk dihat.  Li gorî planê JOH û POH wê bajaran dagir bikin li taxan operasyonan pêk bînin û qadên jiyanê texrîb bike.  
 
Koçberkirina 300 hezar kesî hat plankirin, girtina 7-8 hezar kesî û qetilkirina sedan kesî hat plankirin. Li gorî daneyên Maseya Enformasyona Giştî ya HDP’ê li 9 bajar û 35 naveçyî 113 caran qedexe hatiye îlankirin û bi giştî hezar û 953 rojan berdewam kirine.  Di encama vê planê de bi giştî 2 hezar û 360 kesî jî jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên Goç-Derê jî  mîlyonek kes ji warên wan hatine kirin.
 
Ji 1’ê Mijdara 2015’an heta niha 12 hezar kes hatine binçavkirin û 6 hezar kes jî hatine girtin.  Binçavkirin û girtin jî bê navber didomin.
 
56 hevşaredar di girtîgehê de ne
 
Di beşa planê ya derbarê rêveberiyên herêmî de jî desteserkirina şaredariyên DBP’ê û tayînkirina qeyûman hebûn. Piştî 94 şaredariyên DBP’ê hatin desteserkirin û 110 hevşaredar hatin girtin. Ji Sibata 2018’an heta niha niha 56 hevşaredar di girtîgehê de ne. Her wiha di planê de çapemeniya Kurd jî hebû û bi KHK’yan Med Nuçe, Stêrk TV, Newroz TV, Ronahî Tv, MMC, Ozgur Gun, ÎMM TV, DÎHA, JINHA û rojnameya Ozgur Gundemê jî hat girtin.
 
Sibê: Li bajarên Kurdan qedexeyên derketina derve û dorpêç